Ciwanên Kerkûkî: Hevkariya bi dijmin re şirîkatiya li qirkirinê ye

Ciwanên Kerkûkî bal kişandin ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, "Bêdengî û hevkariya bi dijmin re, şirîkatiya bi qirkirina Kurdan re ye."

Têkildarî êrişên dagirkeriyê û bikaranîna çekên kîmyawî û gazên jehrî yên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê Avaşîn, Zap û Metîna ciwanên Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan.

Ciwanên Kerkûkî ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku divê aliyên Kurdî di bin navê lihevkirinên stratejîk de li gel dijmin cih negirin, ji ber ku hevkariya bi dijmin re tê wateya têkbirina berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd.

'ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK GIHIŞTIYE NAVENDA NAVÇE Û BAJARAN'

Mihemed Kerkûkî bal kişand ser berfirehbûna êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û got: "Ji dîrokê ve dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike. Dagirkeriya Tirk tenê bi herêmên sînorî nemaye, êrişî navenda navçe û bajaran dike. Di rojên bihurî de li pey hev du caran gundê Seydanî yê girêdayî Çemçemal bombe kir û welatiyên sivîl bûn qûrbanî."

'LI PEY ÊRIŞAN QIRKIRIN HEYE'

Kerkûkî bang li aliyan kir ku ji êrişan agahdar bibin û wiha pêde çû: "Em ciwanên Başûrê Kurdistanê bang li hemû aliyan dikin ku li ber êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê xwedî helwest bin. Ji ber ku encamên xirab wê bi xwe re bîne. Em ji Rojavayê Kurdistanê dibînin cihên ku Tirkiye dagirkirî, kuştin, revandin, destavêtin-destdirêjî, talan û qirkirina xwezayê heye."

Kerkûkî diyar kir ku divê hêzên pêşiya dagirkeriyê vedikin bi xwe biçin herêmê bibînin zilm û zordariya li welatiyên Başûrê Kurdisanê dikin û li ber vê bibin asteng.

'ARMANC DAGIRKIRINA HERÊMA KURDISTAN, MÛSIL, KERKÛK Û ŞENGAL E'

Ciwanê bi navê Elî Edhem jî diyar kir ku dema dawî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe dijwartir kiriye û got: "Tirkiye bi hinceta xebatên siyasî û çekdarî yên PKK’ê êriş dike, lê ev dûrî ji rastiyê ye. Tirkiye dixwaze di serî de herêma Kurdistanê, Mûsil, Şengal û Kerkûkê dagir bike. Ji ber ku dixwaze Osmanîbûnê vegerîne."

Edhem bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku li ber êrişên dagirkeriyê hew bêdeng bibin û got: "Bêdengî û hevkarî dibe sedem ku berjewendiyên giştî yên neteweyî Kurdan ji dest biçe."

'DIXWAZIN MÛSIL Û KERKÛK DAGIR BIKIN'

Ciwanê bi navê Soran Serdar diyar kir ku armanc ji êrişan dagirkirina Başûrê Kurdistanê û dest danîna ser dewlemendiyên Kurdistanê ye. Serdar got ku dijwarkirina êrişên li ser herêma Kurdistanê û Iraqê dewleta Tirk dixwaze Mûsil dagir bike û wiha domand: "Tirkiye di gelek daxuyanî û peyamên xwe de gotine ku divê 2023'an Mûsil û Kerkûkê tevlî axa xwe bikin."

'BÊ HELWEST NEMÎNIN'

Serdar bal kişand ser helwesta hikumeta Iraqê jî û destnîşan kir ku divê hikumeta Iraqê li ber dagirkeriyê êdî helwestekî cidî raber bike. 

Serdar daxwaz ji hemû ferdên Başûrê Kurdistanê kir ku li ber êrişan bibin xwedî helwest, berevajî vê yekê wê bibe sedema ji destçûna herêma Kurdistanê û tevahî Kurdistanê.