Ciwanên Başûrî li dijî êrîşên dewleta Tirk banga berxwedanê kirin

Rêxistinên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoșer li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk bang li ciwanan kirin, ku dakevin qadan û berxwedanê geş bikin.

Rêxistinên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanên Têkoșer êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek hevpar șermezar kirin.

Daxuyaniya herdu rêxistinên Ciwanan wiha ye: “Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a faşîst li ser Başûrê Kurdistanê bi hemû hovitiya xwe berdewam dike. Rojane xelkê sivil dibin qurbaniya wan êrîşan. Doh evarî di encama êrîșên balafirên șer yên dewleta Tirk a dagirker li gundê Çemankê ya herema Amediyê ciwanekî Kurd șehid bû. Em despêkê sersaxiyê ji malbata wî re dixwazin. Li dijî vê zêdegavî û êrîșên tên kirin heta niha ne parlementoya Hikumeta Herêmê û Hikumeta Iraqê helwestên wan li dijî ev êrîşan nebûn. Ev dide diyarkirin ku bêdengbûna wan erêkirina dagirkirina Başûrê Kurdistanê, serweriya axa Iraqê ye. Li dijî êrîș û dagirkeriya dewleta Tirk û bêdengiya Hikumeta Herêmê em bang li hemû ciwan û jinên cîwan dikin ku bi rihê berxwedana Şeladizê dakevin qadan û berxwedanê pêşbixin.”

Daxuyanî bi slogana “Serî hilde dagirkeriyê parçe bike” bi dawî bû.