Ciwanên Başûr wê ji bo Kasim Engîn sibe bi meşaleyan bimeşin

Ciwanên Başûrê Kurdistanê wê bi pêşengiya Ciwanên Welatparê û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo bîranîna Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşeke bi meşaleyî lidar bixin.

Ciwanên Başûrê Kurdistan wê bi pêşengtiya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo bîranîna Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn ku di 27’ê Gulanê de li herêma Bradostê di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû û şermezarkirina êrîşên li başûrê Kurdistanê meşek meşaleyî lidar bixin.

Meş wê bi pêşengtiya Ciwanên Welatparez û Jinên Ciwan ên Têkoşer 12’ê Hezîranê saet 19:00’an li Parka Baxê Giştî bi meşaleyan destpê bike heta kolana Saholeke.