Ciwanên Başûr: Soza Kasim Engîn soza me ye

Ciwanên Başûr ên bi pêşengtiya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo Endamê KN a PKK’ê Kasim Engîn meşek bi meşale lidar xistin, gotin: “Soza Kasim soza me ye, em li ser xeta şehîdan û felsefeya Rêber Apo li dijî dagirkeran bisekinin."

Li Baxê Giştî yê Silêmanî di pêşengiya Ciwanên Welatparez û Jinên Ciwan ên Têkoşer de ji bo Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn û protestokirina êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê meşeke bi meşale hat lidarxistin. Di meşê de xiyaneta navxweyî hat şermezarkirin.

Meşa bi meşale ya li Baxê Giştî destpê kir, heta Cadeya Seholeke berdewam kir.

Di meşê de dirûşmên, “Şehîd namirin”, “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e”, “Bijî Rêber Apo, “Bimirê xiyanet” hatin qîrkirin, her wiha wêneyên şehîd Kasim Engîn, alên PKK’ê, Komeleya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer hatin hildan.

Piştî meşê daxuyaniya hevpar ji aliyê Daban Mihemed ve hat xwendin.

‘BI HEVKARIYA XIYANETKAR Û XWE FIROŞAN ÊRÎŞ TÊN KIRIN’

Di daxuyaniyê wiha hat gotin, “Em Komeleya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer şoreşgerê serdemê, mîlîtan, fermandar û parêzvanê Kurd û Kurdistanê şehîd Kasim Engîn bi rêz bibîr tînin. Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya xiyanetkarên navweyî yên xwefiroş êrîşî xak, çiya, deşt û bajarên me dike. Êrîşên dewleta Tirk ên dagirker gihiştine asteke wiha ku rojane xelkên sivîl, gerîlayên parêzvanên nîştimana me û pêşengên me şehîd dikin.”

‘SOZA KASIM ENGÎN SOZA ME YE’

Di dewama daxuyaniyê de jî soza dilsoziya bi şehîdan re hat dubarekirin û ev hat gotin, “Heval Kasim di çarçoveya soza dabû Rêber Apo ya ‘me ciwan dest pê kir, em ê ciwan bi serbikevin’, 35 salan têkoşîna azadiyê bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi rê ve bir. Em jî ciwanên Başûrê Kurdistanê vê soza şehîd Kasim, soza domandina kar û têkoşînê dubare dikin.”

‘EM Ê LI SER XETA ŞEHÎDAN Û FESEFEYA RÊBER APO LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BISEKININ’

Di dawiyê de jî ev xisûs hat diyarkirin: “Em li vir ji dagirkerên Kurdistanê re vê dibêjin. Ev ciwanên ala Elî Çîçek, Doktor Sîrwan, şehîd Viyan, şehîd Helmet û şehîd kasim wergirtine, bi berz bilind dikin. Em ê li hember êrîşên dagirkeriyê bisekinin. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo, li ser rêbazê şehîdên şoreşê li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker têbikoşin û dagirkeriyê têk bibin.”