Ciwanên Başûr bi gotina ‘PKK gel e, gel li vir e’ çalakî kirin

Tevgera Ciwanên Welatparêz li Ranya û herêma Raperîn pankartên ala PKK’ê ku li ser ‘PKK gel e, gel li vir e’ li gelek cihên bajar daliqandin.

Li ser gotin û daxuyaniyên rayedarên PDK’ê yên ku dibêjin; ‘PKK li Başûrê Kurdistanê mêhvan e, bila biçe Bakurê Kurdistanê şer bike’ ciwanên Başûrê Kurdistanê her diçe nerazîbûnên xwe bi çalakiyên cihê tîne ziman.

Di vê çarçoveyê de Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Ranya û Herêma Raperîn li gelek deverên bajar pankartên ala PKK’ê ku li ser ‘PKK gel e, gel li vir e’ daliqandin û bal kişandin ser bihevrebûna gel û gerîla.

Li aliyê din ciwanan li Binarê Qendîlê li dijî dagirkerî û hewldanên provakatîf ên PDK'ê ya li dijî qadên gerîla belavok û brûşûr belavkirine.

KERKÛK

Di saetên şevê de jî ciwanên Kerkûkê jî li ser pirekê pankarta 'PKK gel e, gel li vir e' daliqandin.