Ciwanên Amedê: Dengê me ji bo HDP'ê ye

Ciwanên li Amedê bal kişandin ser zilm û zordariya rejîma AKP'ê û gotin, di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de wê dengê xwe bidin HDP'ê.

Tevî ku deh roj mane ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê, tercîha dengdêran li Kurdistan û Tirkiyeyê zelal bûye. Bi taybetî, dengdêrên HDP'ê li Amedê bi kelecaneke mezin li benda roja dengdanê ne. HDP jî hewl dide xwe bigihîne hemû beşên civakê. Dengdêrên ciwan ji ANF'ê re axivîn û qala tercîha xwe kirin.

'DIVÊ DEMÎRTAŞ LI DERVE BE'

Misra Umît (19) diyar kir ku ew ji edaleta HDP'ê piştrast e û ji ber ku ji ciwanan fêhm dike, wê dengê xwe bide HDP'ê. Umît got, "Bi dîtina min, Selahattîn Demîrtaş jî mîna namzetên din ên serokkomariyê li derve be. Ne li girtîgehê, divê Demîrtaş li derve li nava gel be. Em jî bi parlamenterên li derve piştrast in. Wê karibin valahiya Demîrtaş dagirin. Bi taybetî em bawerin ku Pervîn Bûldan wê bi ser bixîne."

'EM Ê TIMÎ BÊJIN HDP'

Ahmet Kaymak (21) da xuyakirin ku ew dixwazin dawî li şer bê û got, "Li Sûr, Baglar, Efrîn û Kobanê em hatin kuştin. Em her tiştî dibînin. Ne ker in ne jî kwîr. Ji ber vê yekê, li dijî dewletê em ê timî bêjin HDP. Eger ne ji HDP'ê bûya niha axaftina bi Kurdî jî li me qedexe bû."

'JI BER KU JI SÛRÊ HETA CIZÎRÊ EM HATIN KUŞTIN, DENGÊ ME JI HDP'Ê RE YE'

Efe Toprak (22) got, "Gelek ciwanên di emrê me de li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Efrînê hatin kuştin. Divê mirov van hemûyan bibînin û li gorî wê tevbigerin. Tevî vê yekê jî eger hinek mirovên me li derveyî HDP'ê deng bidin partiyeke din, wê çaxê mirovbûna wan kesan cihê gumanan e. Ji bo komkujî nebin, ji bo aştî û biratî pêk were, em ê deng bidin HDP'ê. Em dixwazin Demîrtaş li nava gel bibînin. Em ê teqez bi ser bikevin."

'EM Ê TI CARÎ JI RÊYA XWE VENEGERIN'

Berat Akan (20) destnîşan kir ku gelê Kurd nema dixwaze zilmê bibîne û got, "Divê kes deng nede AKP'ê." Akan wiha dewam kir: "Ya ku wan anîn serê me li pêş çavan e. Divê Kurd hemû dengê xwe bidin HDP'ê û Demîrtaş. Demîrtaş lîderek e. HDP jî partiyeke ku mafên gelê me diparêze. Eger HDP di vê hilbijartinê de bi ser bikeve, dikare sînorên xwe fireh bike. Bi her awayî dikare siyasetê bike. Em ê ti carî ji rêya xwe venegerin û em ê bi ser bikevin."

'DENGÊ ME JI BO HDP'Ê YE'

Îsmaîl Aykanat (24) got, weke dengdêrekî ciwan ji bo li ber zilmê rawest e, wê dengê xwe bide HDP'ê û wiha dewam kir: "Divê em zilm, newekhevî û heqaretên hatine kirin bînin pêş çavên xwe, destê xwe deynin ser wijdanê xwe û dengê xwe bidin HDP'ê. Zilma ku berê li pêşiyên me hate kirin, niha li me tê kirin. Mînak; malên şêniyên Sûrê xera kirin û ew koçber kirin. Ji ber ku em van hemû neheqiyan dibînin, em ê dengê xwe bidin HDP'ê."