Ciwanên Şengalê bi xwerêxistinkirinê bersiv didin Peymana 9’ê Cotmehê

Di salvegera 1’emîn a Peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê de, 30 ciwanên Şengalî bi merasîmekê dawî li perwerdehiya xwe ya Asayîşa Êzidxanê anî.

Di salvegera 1’emîn a Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a li ser Şengalê de 30 ciwanên Şengalî bi merasîmekê dawî li perwerdehiya xwe ya Asayîşa Êzidxanê anî. Di merasîmê de hate gotin ku rêxistinkirina ciwanan bersiva herî xurt a ji bo kesên dixwazin Asayîşa Êzidxanê ji holê rakirine.

9’ê Cotmeha 2020’ê bi hevkariya Iraq, Tirkiye û PDK’ê dîsa hêzên serwer ên mîna DYE li ser Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê ku Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengal, Asayîşa Êzidxanê û saziyên civaka sivîl ên din ên Êzidî dike hedef hat hate îmzekirin.

Komeke ciwanên Êzidî ji 30 kesî pêk tê, piştî perwerdehiya 45 rojan a Asayîşa Êzidxanê îro Dewreya Perwerdehiya Leşkerî ya Şehîd Pîr Xidir a Akademiya Şehîd Selam bi merasîmekê bi dawî bû.

Di merasîmê de Fermandariya Asayîşa Êzidîxanê Hecî Şengalî axavî û got “Salek bi ser peymana 9’ê Cotmehê re derbaz dibe, bi peymanê dixwestin civaka me bê îrade bihêlin, xwestin rêveberiya me, parastina me ji holê rakin. Lê berxwedana dayîkan hêja bû, gelê me bi pêşengiya dayîkan li ber xwe dan û li hemberî vê pîlanê rabûn ser xwe. Berxwedanê pîlanan têkbir û gelê me hêza xwe da diyarkirin. Xwestin Asayîşa me ji holê rakin, lê dîsan gel xwedî li asayîşa xwe derket û pîlanên wan têkbir. Emê dev ji têkoşîna xwe bernedin, bi rêxistinbûn û yekîtiya xwe emê bersiva hemû êrişan bidin.”

Ciwanan di merasîmê de li ser bîr û baweriya Êzidxanê sond xwarin

Dîsa ciwanên tevlî perwerdehiyê bûne nêrînên xwe anîn ziman.

 Endamê Asayîşa Êzdixanê Baer Elo têkilarî Peymana 9’ê Cotmehê diyar kir ku wan bi perwerdekirin peyman têk birin û got: “Divê gelê me dijminê xwe nas bike. Bê Êzidiyan peyman li ser Êzidiyan mohrkirin, tê wateya ew dijminên Êzidiyan in. Divê Iraq bê bi gelê Şenalê re peyman mohr bike.

Divê xelkê me yên lkampan vegerin şengalê. Ji ber em ne bi rêxistin bû, ferman bi serê me hatin.Em peymana Iraq û PDK’ê qebûl nakin.

Miho Hecî jî axivî û diyar kir ku peymana 9’ê Cotmehê ne di berjewendiyên Êzidiyan de ye, vîna civaka Êzidî li ber çav nagire û got: “Bi perwerdekirinê me bersiva pêwîst da dijminan. Ev perwerde bersiva herî xurt a ji bo Peyman 9’ê Cotmehê ye.”