Ciwanekî li Şino xwe kuşt

Duh li bajarê Şino a girêdayî parêzgeha Ûrmiyê ciwanekê Kurd xwe kuşt.

Li gorî çavkaniyên herêmî duh ciwanê bi navê Yûsif Azerexş (18) yê ji gundê Reşgend a bajarê Şino ya Rojhilatê Kurdistanê ye bi çekê xwe kuştiye.

Çavkaniyan ragihandin ku sedemê xwekujiya vî ciwanî weke hemû ciwanên din ên xwekuştinî, ji ber şertên xirab ên aborî û jiyanê bûye ku bandoreke pir nerênî li ser derûniya ciwanan çêdike û rê li ber sarbûna ji jiyanê vedike.

Hêjayê bibîr xistinê ye ku siyasetên hejarkirina gel û feraseta zilamsalarî ya rejîma Îranê bûye yek ji sedemên bingehîn ê rê li ber xwekujiya ciwanan vedike.