Ciwanê Kurd bi êşkenceyê hat qetilkirin

Hat zanîn ku ciwanekî Kurd yê li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê girtî bû ji aliyê gardiyanên girtîgehê bi êşkence hatiye qetilkirin.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) ragihand ku ciwanekî Kurd li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê ji aliyê gardiyanan ve bi êşkenceyê hatiye qetilkirin.

Li gorî agahiyên komeleyê parvekirî hatiye gotin ku ew ciwanê Kurd ku navê wî Şahîn Deyrzade ye beriya niha ji aliyê hêzên rejîma Îranê hatiye destgîrkirin û ceza salek û sê meh lê hatibû birîn û ew di qawîşa 15’an a Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê de digirtin.

Her wiha hatiye gotin ku hefteya bihorî piştî ku di navbera Deyrzade û rêveberên girtîgehê de alozî derdikeve wî radikin cihekî ne diyar. Roja Sêşemê 28’ê Îlonê rayedarên girtîgehê bi rêya telefonê li malbata wî ciwanî digerin û ji wan re dibêjin ku ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe biçin Nexweşxaneya Xumeynî ya Bajarê Ûrmiyê.

Komeleyê daye zanîn; “Ji ber ku ger cenaze xirab bibe wê doktorên edlî nekaribin lêkolînê li ser bikin, ji ber wê yekê bi zanebûn cenazeyê Şahîn Deyrzade xistibûn nav sandiqa şkestî û xirabbûyî ya morgê û ji ber wê cenaze têk çûbû. Ji bo ku sedemê rastîn a qetilkirina ciwanê Kurd eşkere nebe sedemê mirina wî wek ‘rawestana dil’ nîşan dan. Agahiyên ku ji girtîgehê tên jî nîşan didin ku bi êşkence hatiye qetilkirin.”