Ciwanê HDP’î revandin û sîxûrî lê ferz kirin

Hat ragihandin ku ciwanê HDP’î Çekdar Aksûcû duh li wesayîteke polîsan hate siwarkirin û sîxûrî lê ferz kirin.

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî endamê xwe Çekdar Akasûcû yê ku duh di saetên şevê de bi zorê li wesayîteke polîsan hate siwarkirin û sîxûrî lê ferz kirin, li avahiya navçeya Peyîzava daxuyaniyek da.

Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag jî di nav de gelek encamên ciwan tevlî civînê bû.

Dag axivî û diyar kir ku demê dawî li Amedê bi dehan encamên wan hatine revandin û êşkence lê hatine kiri û got: “Armanca esasî çok danîne, ev ciwan wê ne li ber vê desthilatê û ne jî li ber hişmendiya wê ya çetetî çok dane.”

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Yûsûf Acar jî axviî û bal kişand ku desthilata AKP-MHP’ê li dijî muxalîf û şoreşgeran şer daye destpêkirin û got: “Bi kûrkirina tecrîdê ya di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de dixwazin gelan bixin di bin kontrola xwe de. Di rewşeke wiha de polîtîkayên wiha li ser ciwanan tê kirin. Em didin diyarkirin ku bi van rêbazan nikarin me.”

Acar diyar kir ku di nava 15 rojan de li Amedê 6 hevalên wan hatine revandin û êşkencekirin û got: “Herî dawî duh saet  12:00’an endamê Meclîsa Ciwanan Çakdar Aksûcû dema ku ji rêxistina Yenîşehîr derdiket piştî lêgerîna GBT’ê bi zorê li wesayîta Renaûlt Flûence, bi qasî nîv saetên rû bi rûyê êrîşa pîskolojî hatiye û sîxûrî lê hatiye ferzkirin.”