Ciwanan li Kerkûk û Helebçe çalakî kirin

Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer di çaroveya meşa 20’ê Mijdarê de li Kerkûk stand dan û belavok belavkirin, her wiha li Helebçeyê jî pankart hatin daliqandin.

Çalakiyên ciwanên Başûrê Kurdistanê yên li dijî hewldanên provakatîf ên PDK’ê ya li gel dewleta Tirk a dagirker û êrîşên dagirkeriyê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bê navber didomin.

Îro jî di çarçoveya heman çalakiyan de Tevgera Ciwanên Welatparêz li sûka Kerkûkê standek ya agahdarkirinê danîn û li vê standê brûşûr û belavokên têkildarî meşa ku wê 20’ê Mijdarê bê lidarxistin belav kirin, bang li ciwan kirin ku tevlî meşê bibin û li hember bûyeran hestyar bin.

Li aliyên din jî Jinên Ciwan ên Têkoşer li Helebçeyê jî pankat daliqandin.