Ciwan wê li dijî êrişkariya PDK'ê ber bi Garê ve bimeşin

Ciwanên Başûrê Kurdistanê, li dijî şerekî gengaz ê birakujiyê wê ber bi herêma Garê ve bimeşin. Meşa dirêj wê 20'ê Mijdarê dest pê bike.

Êrişkariya PDK'ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ku bi şandina hêza xwe ya çekdar bû sedema aloziyê, di nava gelê Kurd de her beşên civakê xiste nava liv û tevgerê.

Li gel kampanya û bangên rewşenbîran, ciwanên Başûrê Kurdistanê xwe ji bo meşeke dirêj amade dikin.

Di 20'ê Mijdara 2020'an de roja Înê wê li bajarokê Teqteqê yê navçeya Koyê, meşeke dirêj ber bi Garê dest pê bike.

Meş wê bi dirûşma "Na ji şer re, belê ji yekîtiya neteweyî re" pêk were.

Komîteya amadekar a meşê bi daxuyaniyekê banga tevlîbûnê kir û got, "Tevlîbûna vê çalakiyê erkekî neteweyî û niştimanî ye."

Di daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku li ber şer rabin.

Li gorî daxuyaniyê dem û cihê destpêkirina meşê wiha ye:

Cih: Nav Suka Teqteq
Roj: În 20.11.2020
Dem: 12:00