Ciwan tevlî nobeta demokrasiyê ya li Wanê bûn

Li Wanê li dijî desteserkirian şaredariyê Nobeda Demokrasiyê di roja 34’an de didome. Ciwanên Wanê tevlî nobetê bûn.

Çalakiyên şermezarkarina tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê û Qereyazî û Pasûrê didomin. Nobeta Demokrasiyê ya li Wanê di roja xwe ya 34’emîn de hat lidarxistin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclisa Ciwanan a HDP'ê îro bi berdilkên xwe yên li ser wan nivîsa "Ji Hişbir, Pişaftin, Ajantî û Tecawizê re bes e" nivîsandî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Em ê teqez bi serkevin" hat vekirin.

‘DEMÎRTAŞ Û YUKSEKDAG RÛMETA GELÊN BINDEST IN’

Di çalakiyê de destpêkê parlamanterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul axivî û diyar kir ku bi biryara girtina Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag daraz careke din têk çûye wiha got: "Jixwe biryara darizandina Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hebû. Ev biryar bi zordestiya faşîzma AKP û MHP’ê pêk hat. Dadgehê dîsa em matmayî nekirin û biryarek li gorî daxwazên îktîdara heyî da. Ev biryar wê bikeve dîroka hiqûqa cîhanê. Ev biryar skandaleke hiquqî ye. Ev tê wateya mirina darazê. Ev biryar bi tu awayî nayê qebûlkirin. Demîrtaş û Yuksekdag rûmeta gelên bindest in. Heta ku hevserokên me, hevşaredarên me ji girtîgehan bên berdan em ê têkoşîna xwe bidomînîn. Em bang li hemû partiyên siyasî dikin û girseyên demokratîk dikin ku werin bi me re mil bi mil têbikoşin.”

Pişt Bulbul, li ser navê Meclisa Ciwanên HDP’ê Ferhat Kalkan axivî û wiha got:” Îktîdar bi zordestiyê û derbeyan dixwaze polîtîkayên xwe yên li dijî demokrasiyê rewa bike û ser têkçûna xwe bigire. AKP’ê çawa ku zanî ew şaredariyên me yên di sala 2016’an de desteser kir, ew ê wenda bike, dîsa dest bi desteserkirina wan kir. Polîtîkayên tecrîtê her ku diçe zêde dibin, li dijî vê sekna ciwanan jî bi hêz û bi rêxistin dibe. Em ê weke ciwanan li her qadên jiyanê hebin. Bi pêşengiya jinên ciwan û ciwanan em hemû gelê xwe daxwazî têkoşînê dikin.”

Girseyê pişt re dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakî bi dirûşmeyên”Bijî berxwedana Wanê” bi dawî bû.