Ciwan li Rojhilata Navîn li çareseriyê digerin

Di Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn a 2'emîn de, ku ji 15 welatan bi tevlêbûna 300 ciwanî pêk tê, hate gotin divê ciwan bi hevkarî çareseriyê ji hemû probleman re bibînin.

Konferansa Ciwanana a Rojhilata Navîn a 2'emîn li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê pêk tê. Roja pêşî ya konferansê bi tevlêbûna gelek kesên ji gelek welatan qediya.

Ciwanekî Suryan û endamê komîteya amadekar Aşûr Cerces got, "Em ciwanên Suryan ji ber ku em dixwazin çareseriyeke hevpar ji bo krîza Rojhilata Navîn bibin tevlî konferansê bûne. Em bi hev re divê ji Rojhilata Navîn re çareseriyê bibînin."

'LI GEL ASTENGIYAN JÎ EM Ê BI SERKETINÊ TEMAM BIKIN'

Cerces bi dewamî got, "Em ciwanên Suryan ên li Bakurê Sûriyê, di nav hemû çalakî û bernameyan de cihê xwe digirin. Me xwest şanî hemû hevalên xwe bidin, yên ku ji derve hatine bê ka li gel cudahiyên xwe em çawa bi hev re dijîn. Bi vê konferansê re du hedefên me hene. Hedefa me ya pêşî ew e ku em ciwanên Rojhilata Navîn hev nas bikin û fêhm bikin. Hin hevalên me yên ku xwestin tevlî konferansê bibin, di rê de astengî ji wan re hate derxistin. Li dijî van astengiyan em dibêjin; li gel her tiştî jî em ê konfernsa xwe bi serketinê temam bikin."

'WATEDAR E KU KONFERANS LI KOBANÊ TÊ KIRIN'

Endamê Meclîsa Ciwanan Nasir Efrîn got: "Konferansa Rojhilata Navîn a 1'ê 2015'an li Amedê hatibû kirin. Pir girîng û watedar e ku konferansa 2'yan di serdemeke wiha de û li cihekî wiha tê kirin. Kobanê bi vîn û hêzeke mezin li dijî terora DAÎŞ'ê li ber xwe da. Ji bo vê jî girîng e ku li Kobanê tê kirin. Ji gelek welatên cuda gelek endamên ciwanan li vir gihaştin hev. Gelek hevalên me yên ku ji Silêmanî, ji bo tevlî konfernasê bibin bi rê ketin hatin astengkirin û nekarîn tevlî konferansê bibin. Li gel vê jî ji Filîstin, Lubnan, Beyrût, Îran, Tirkiyê û ji çar parçeyên Kurdistanê heval hatin. Armanca sereke ya vê konferansê ew e ku em yekîtiyê li Rojhilata Navîn ava bikin.''

Zavir Diya Eldîn, Çerkes e û ciwanekî ji Minbicê ye. Eldîn dibêje hîseke pir xweş e ku bi mirov bi kincên gelêrî tevlî konferansê bibe û got:

YEKÎTIYA CIWANÊN ÇERKES: DESTEKA ME WÊ BIDOME

''Em li ser navê ciwanên Çerkes tevlî konferansê dibin. Bi sedema ku em nîşan bidin em yek in û desteka xwe nîşan bidin em tevlî konferansê bûne. Em gelên ku bi sedan salan in bi hev re dijîn me tim desteka xwe nîşan daye. Em li gel birayên xwe yên ji gelên li dijî her cure êrîşê radiwestin. Em ciwan bi vê konferansê gaveke mezin davêjin. Ez dixwazim bibêjim, pir kêfxweş im ku li Kobanê em hatine vê konferansê.''

Endamê Çand û Hunerê ya Ciwanên Hesekê Ehmed Tarbûş got gaveke mezin e ku gelên Ereb di vê konferansê de ne û wiha got:

''Em dizanin ku konferans bi nîqaşên girîng em anîne cem hev. Em ciwanên Tûnis, Lîbya, Misir û hwd. careke dî em dixwazin bibêjin ku em li dijî êrîşên dewleta Tirk in. Gelek rejîmên dîktator çi dema ku yekîtiya gelan kirin hedefa xwe me li vê derê careke dî nîşan da ku em yek in. Hin dewletan hevalên ku me yên ku xwestin werin vir asteng kirine û gelek hincet dane ber wan. Ez dixwazim bang li hemû ciwanên Ereb bikim; dijminên me dixwazin me parçe bikin. Divê em neyên van lîstikan û bibin yek.''