Ciwan Firat: Bi ruhê netewbûnê re azadî pêkan e

Gerîlayê HPG’ê Ciwan Firat ê Ereb bang li ciwanên Ereb kir ku, beşdarî nava refên PKK’ê bibin û got, “Rêber Apo bîrdozyek azadiyê ava kir, divê em li ser vê esasê xwe pêş bixin. Ji ber ku ev xeta azadiyê tevahiya neteweyan di nava xwe de dihewîne.”

Yek ji gerîlayên ji neteweya Ereb cihê xwe di nava berxwedaniyê de digre û bi serfiraziyek mezin, îro bi baweriyek mezin û bi dilekî ji pola dibe parçeyekî ji vê berxwedanê. Gerîla HPG’ê Ciwan Firat bi hatina xwe ya çiya re carekî din ruhê netewbûnê û yekîtiya gelen radixîne ber çavan. Ev yek jî rastiya tevgera PKK’ê û rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdixîne holê. Ji ber di rastiya vê yekê de hebûnekî ku xwe dispêre xeta azadî û wekheviyê heye. Gerîla Ciwan Firat bi armanca bi destxistina azadiya gelê xwe û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe dide meşandin.

‘JIYANA PKK’Ê GELEK XWEŞ E’  

Gerîlayê HPG’ê Ciwan Firat tevlîbûna xwe ya di nava refên gerîla de bi kelecan û kêfxweşiyek mezin wiha tîne ziman: ‘’Di serî de ez tevahî gelan silav dikim. Wekî ciwanekî Ereb ez tevlî tevgera PKK’ê bûm û cihê xwe di nava hêzên HPG’ê de digrim. Ser tevlîbûna min re 5 sal derbas bûn. Her çendî di warê jiyana li çiya de min zehmetî jiya jî, hevrêyên min di vê mijarê de bom in bûn alîkar. Di gelek aliyan de hêz û bawerî dan min. Ev yek li ser min gelekî bandora xwe çêkir. Her wekî din di milê ziman de jî hinekî zehmetiyên min çêbûn. Her çendî min fêm nekiriba jî hewldana min hebû û di vî warî de piştgiriya hevrêyên min hebûn. Ji xwe piştî perwerdeyekî bîngehîn ez çûm Qadên Parastinê yên Medyayê. Di pratîkê de ez hînê ziman jî bûm.”

‘HEVRÊTIYA PKK’Ê MIN BI ÇIYAYAN VE DIDE GIRÊDAN’  

Firat bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û wiha domand, “Wekî tê zanîn ku êrîşên dagrikeriyê li dijî me heye. Dijmin her roj bi teknîkên xwe êrîşî me dikin, lê tevahî êrîşên wan vala ne. Ji ber ku hevrêyên me li gorî teknîkên dijmin tedbîrên xwe digirin. Ligel ewqas êrîş jî hevrêyên me di çeperên xwe de karên xwe jî berdewam dike.”

BANGA TEVLÎBÛNÊ LI CIWANÊN EREB KIR

Ciwan Firat di dawiyê de diyar kir ku, divê tevahî gel ne tenê Kurd hemû netew xwedî li xeta parastinê ya PKK’ê derkeve û wiha dawî li gotina xwe anî, “Ez di dawiyê de dixwazim silavên xwe bighînim tevahî gelên Ereb. Û ji wan dixwazim ku cihê xwe di nava vê berxwedaniyê de bigrin. Bi rastî li çiya jiyîn hestek xweş bi mirov dide hîskirin. Bi taybet hevrêtiya li vir hîn zêdetir mirov bi jiyana çiya dide girêdan. Ji xwe di civakê de azadiyekî me nebû, em di destê dewletê de bûn. Çi ji me re bigotana me pêk danî. Lê em niha li vir dikarin azadiya xwe bi dest bixin. Rêber Apo bîrdozyek azadiyê ava kir, divê em li ser vê esasê xwe pêş bixin. Ji ber ku azadiya li vir azadiya tevahî netewan di nava xwede digre. Bi rastî di birdoziya PKK’ê de ferq û cûdahî nîne. Em hemû yekin û bi hevre dijîn. Wê serkeftin ya me be.’’