Ciwan bênavber li ber xwe didin

Ciwanên ku li dijî darbeya qeyim bi roj li ber şaredariyê li ber xwe dan, bi şev jî li qad û kolanan agir dadan û berxwedana xwe dewam kirin.

BERXWEDANA LI DIJÎ QEYIM

Li dijî darbeya qeyim ku li hemberî şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Batmanê kir, li Êlihê di nava rojê de ciwan li qadan bûn, bi şev jî li taxan çalakî kirin. Ciwanên ku li dijî qeyim li ber xwe dan, taxên Hîlal, Karşiyaka, Petrolkent, Baglar, Cûdî û Petrolê li çûn û hatinê girtin. Ciwanan nerazîbûn nîşanî êşkence û êrîşa polîsan dan ku bi rojan e dewam dike û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Ciwan fedaiyên Apo ne", "Qeyim wê biçe, gel wê bê" û "PKK gel e, gel li vir e" qîriyan.

Ciwanan li kolanan agir dadan û bersiv dan polîsan ku êrîşî wan dikirin. Polîsan li hemberî ciwanan gaza îsotê, TOMA û fîşekên plastîk bi kar anîn. Ciwanan jî rê girtin, agir dadan û bi fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî ciwan daketin qadan û bi fîşekên hewayî darbeya qeyim şermezar kirin. Ciwanan li kolanan dirûşma 'Bijî Serok Apo' qîriyan û diyar kirin ku wê xwedî li îradeya xwe derkevin.