Civînên gel: Tecrîda li Îmraliyê bi berxwedanê tê şikandin

Di civînên gel de yên li ser meşa Gemlîkê hate ragihandin ku tecrîda li Îmraliyê bi berxwedanê dikare bê şikandin. Lewma jî banga tevlîbûneke xurt hate kirin.

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di 18'ê Mijdarê de ber bi Gemlîkê ve 'Meşa Azadiyê' bê lidarxistin.

Têkildarî meşê li gelek bajaran civînên gel têne lidarxistin.

MÛŞ

Li navçeya Kop a Mûşê di civîna gel de Hevseroka TUHAY-DER Şaxê Wanê Edîbe Babûr axivî û got, "Ji bo azadiya Abdullah Ocalan berpirsyarî dikeve ser milê me hemûyan. Ji bo şikandina vê tecrîdê di 18'ê Mijdarê de em bi xurtî tevlî meşa ber bi Gemlîkê ve bibin. Ji 7 heta 70 salî divê her kes tevlî meşê bibin. Em ê li Gemlîkê daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan bikin."

Hevserokê MEBYA-DER a Wanê Enver Taş jî diyar kir ku divê her kes tevlî meşa ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bibe û got, "Em xwedî li xak, zarok, zimanê xwe derkevin."

RIHA

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Navçeya Sêweregê bi beşdariya Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiyê Halîde Turkoglû civîna gel lidar xist.

Ji Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Salîh Mevalî destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi berxwedanê dikare bê şikandin.

Berdevka Meclîsa Jinê ya HEDEP'ê Halîde Turkoglû jî got, "Her tim zilm li me Kurdan hate kirin. Lê em her tim têkoşiyan. Zext û zordarî her tim li pêşengên vê têkoşînê hate kirin. Zarokên wan ti carî komkujî ji bîr nekirin" û Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî.

Halîde Turkoglû ji bo meşa 18'ê Mijdarê ya li Gemlîkê banga tevlîbûnê kir.