Civîna Tifaqa Kurdistanî: Em ê paşerojê bi hev re ava bikin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar got, "Bila partî û saziyên Kurdan hemû bi me re bin. Em ê paşerojê bi hev re ava bikin. Divê em tavilê hevgirtineke berfireh a li dijî şer ava bikin."

Partiyên Tifaqa Kurdistanî li Amedê li otelekê civînek li dar xistin. Beşdarên civînê wiha ne: Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mirov (PÎA) Mehmet Kamaç, endamê Meclîsa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Alî Haydar, Alîkarê Serokê Giştî yê Tevgera Azadî Cemal Sati, Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakur (KDP-Bakur) Sertaç Bûcak, endamê Komeleya Kurd a Demokrat Şoreşger (DDKD) Halîm Îpek û parlamenterên HDP'ê Îmam Taşçier, Semra Guzel, Nûsrettîn Maçîn û Necdet Îpekyuz.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di civînê de daxuyaniya hevpar da û anî ziman ku ji bo danûstandinan li ser deklarasyona HDP'ê ya 27'ê Îlonê eşkere kir werbigirin ew bi partiyên Tifaqa Kurdistanî re li hev civiyan e.

'PIRSGIRÊKA KURD Û DEMOKRASÎ DI ZIKHEV DE NE'

Sancar anî ziman, bi deklarasyona ku weşandin re ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn û lezgîn ên welêt wan dest bi pêvajoya diyalogê û danûstandinan kirine û got, "Em di wê baweriyê de ne ku pirsgirêkên xwe li ser zemîna siyasetê, bi rêyên demokratîk û danûstandinan dikarin çareser bikin. Danûstandin dema ku hemû beşên civakê tevlî bû, watedar û karîger dibe. Bêguman danûtsandin ne sohbet an jî diyaloga yên xwedî heman fikrî ne. Hewldana rêvekirina li nîqaş û axaftina yên weke hev nafikirin e. Em di wê baweriyê de ne ku çareseriya pirsgirêkên me bi vî rengî dibe. Tifaqa aştî û demokrasiyê ya ku em hewl didin ava bikin, bi taybetî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û aştiyê dike armanc ji xwe re, lê belê em vê yekê weke parçeyek ji destpêka demokrasiyê ya li tevahiya Tirkiyeyê dibînin. Ji ber ku pirsgirêka demokrasiyê û pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê di zikhev de ne. Bi vê armancê hem li herêma Kurdan hem jî li tevahiya Tirkiyeyê em dixwazin tifaqeke berfireh û hevgirtineke têkoşînê biafirînin. Me armanca xwe ya ji vê tifaqê gelek caran parve kir. Em tifaqê ne tenê weke bernameyek ji bo hilbijartinê dibînin. Tifaq hevkariya têkoşînê ye. Haya me jê heye ku mijara herî girîng a niha li Tirkiyeyê hilbijartin e. Her çend ne diyar be ku hilbijartin kengî bê kirin, hesab hemû li ser hilbijartinê ne. Me bi deklarasyonê bersiv dan vê yekê."

'EM DIXWZIN PARTÎ Û SAZIYÊN KURDAN HEMÛ BI ME RE BIN'

Sancar diyar kir, tifaqa hilbijartinê ku dixwazin pêk bînin derbasî asteke nû bûye û destnîşan kir ku ew dixwazin partî û saziyên Kurdan hemûyan li gel xwe bibînin. Sancar di vê mijarê de bal kişand ser karên ku dikin û got, "Dema li pêş me û hilbijartin, dibe ku yek serdemên herî girîng ên dîroka Tirkiyeyê be. Bi destpêkeke nû û demokratîk jiyaneke hevpar dikare bê avakirin. Em di wê baweriyê de ne ku ev derfet ji her demê bêhtir zêde ne. Ya girîng karê me ku van derfetan bixin meriyetê. Eger em karibin bi van derfetan tifaqeke berfireh û xurt pêk bînin, li Tirkiyeyê wê destpêkeke nû pêk were. Mebesta me ji destpêka nû jî ew e ku rê li pêşiya çareseriya pirsgirêkên heyî bê vekirin. Em nabêjin ku pirsgirêkan hemûyan îro sibe em ê çareser bikin. Lê belê hêza me heye ku rêya çareseriyê vekin. Em ji dil ji vê yekê bawer dikin."

'EM TIFAQA KURDAN A LI DIJÎ ŞER AVA BIKIN'

Sancar ragihand ku wan bi partiyên Kurd re nîqaşên gelekî girîng û berhemdar kirine û got, "Ji niha û pê ve em ê rêya xwe şênber bikin û bi hev re ava bikin. Di mijara avakirina paşerojê de ya bi hev re em ê karên xwe xurt bikin. Niha li Tirkiyeyê pirsgirêka sereke meseleya aştiyê ye. Vê desthilatdariyê hebûna xwe li ser rageşî û dijminkirinê daniye rûniştandin. Şer weke amûra herî girîng a vê polîtîkayê dimeşîne. Dema dawî şer bêhtir tê sorkirin. Wezîfeya me ya herî girîng ew e ku li dijî şer, tifaqa herî berfireh ava bikin. Ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi tevgereke xurt a aştiyê heye. Pêwîstiya me ji her demê bêhtir bi têkoşîneke xurt a li dijî şer heye."

Mîthat Sancar anî ziman ku ji her demê bêhtir pêwîstî bi tevgereke xurt a aştiyê ya Kurd heye û got, "Werin em bi hev re tifaqa li dijî şer a Kurd ava bikin."