Civîna Parlamenta Başûrê Kurdistanê hate taloqkirin

Rûniştina Parlamenta Başûrê Kurdistanê ji ber krîza siyasî ya navbera YNK û PDK'ê hate taloqkirin.

Dihate payin, Parlamenta Başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartina Serokê Parlamentê û alîkarên wî, îro saet 11'an biciviya. Lê belê ji ber krîza siyasî ya navbera YNK û PDK'ê pêk nehat. Hate ragihandin, rûniştin ji bo saet 19'an hatiye taloqkirin. Lê belê ne zelal e ku rûniştin saet 19'an pêk were yan na. Ji ber ku YNK'ê dabû xuyakirin ku PDK'ê bêyî haya wan jê hebe bi Tevgera Goran re li ser avakirina hikumeta nû li hev kiriye û ji ber vê yekê bi armanca nîşandana nerazîbûnê wê tevlî rûniştina parlamentê nebe.

Wekîlê PDK'ê Hêvîdar Ahmed got, "YNK tevlî nebe jî parlament wê îro di saeta hatiye diyarkirin de wê bicive. Ji bilî YNK'ê partiyên hemû wê beşdar bibin." Lê belê tişta ku Ahmed got pêk nehat.

Tê gotin, Tevgera Goran xwestiye rûniştina parlamentê were taloqkirin.

Serokê demkî yê parlamentê Revîng Hîrorî wê serokatiyê ji rûniştina parlamentê re bike. Hîrorî ji bo rûniştina destpêkê ya parlamentê ya îro, hefteya bihurî bi partiyan hemûyan re hevdîtin kiribû.

Li gorî lihevkirina aliyan, wezîfeya Serokatiya Parlamenta Kurdistanê wê radestî YNK'ê bê kirin, alîkarek wê ji PDK'ê, yek jî ji Tirkmenan re be.

NAVÊ FAYÎQ TÊ GOTIN

Tevî ku ji ber krîza siyasî û nakokiyên nava aliyan jî, ji bo serokatiya parlamentê navê Rawez Fayîq tê gotin.

Tegera Nişfê Nû ku li parlamentê 8 wekîlên xwe hene û diyar kir ku wê tevlî hikumetê nebe, ragihand ku wê beşdarî rûniştina îro bibe û ji bo Serokatiya Parlamentê namzet nîşan bide.