Civîna Meclîsa Şaredariya Xelfetiyê: Heta çûyîna qeyûmê zordar em ê li ber xwe bidin

Civîna Meclîsa Şaredariya Xelfetiyê bi pêşengiya Hevşaredar Mehmet Karayilan û Saniye Bayram li ber avahiya şaredariyê hate kirin.

BERXWEDANA LI DIJÎ QEYÛM

Meclîsa Şaredariya navçeya Xelfetî ya Rihayê bi pêşengiya hevşaredar Mehmet Karayilan û Saniye Bayram li ber avahiya şaredariyê li hev civiya. Parlamenterên DEM Partiyê Ayten Kordû, Mîthat Sancar, Ferît Şenyaşar, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Îbrahîm Kuçukbalaban jî di nav de gelek kesan li civîna Meclîsa Şaredariyê temaşe kirin.

Şaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan di destpêka civînê de axivî û got, "Ji bo me her der şaredarî ye, her der meclîs e. Heta ku qeyûmê zordar biçe em ê li ber xwe bidin." Hevşaredar Saniye Bayram jî diyar kir ku ji bo şaredariyê bi gel bi rê ve bibin wan dest bi wezîfeyê kirin û got, "Piştî 8 salan me şaredariya xwe ji qeyûm rizgar kir. Em ê şaredariya xwe ji talankeran re nehêlin. Em ê şaredariya xwe careke din bi dest bixin."

Di civînê de ku bi pêşniyarên rojevê dewam kir. Civîna asayî ya meha Mijdarê ya Şaredariya Xelfetiyê bi daxwaz û hêviyê bi dawî bû.