Civîna HDP'ê ya li dijî tecrîd û faşîzmê di roja 3'emîn de ye

Civîna HDP'ê ku bi dirûşma "Em xwe bi rêxistin bikin, faşîzmê têk bibin, tecrîdê bişikînin" tê lidarxistin, di roja sêyemîn de ye.

Civîna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi dirûşma "Em xwe birêxistin bikin, faşîzmê têk bibin, tecrîdê bişikînin" li oteleke li Amedê tê lidarxistin, di roja sêyemîn de ye.

Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Tayyîp Temel, Parlamentera HDP'ê Remziye Tosûn û xebatkarên berê yên rêxistinên civakî yên sivîl tevlî civînê bûn.

Civîna rêxistinkirinê ku HDP’ê di 12’ê Tîrmehê de bi nûnerên KCD, TJA, DBP, DÎK, MED-DER, Komeleya 78’an, TUAY-DER, MED TUHAD-FED, MEBYA-DER, GOÇ-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê û YAD-DER’ê re, di 13’ê Tîrmehê jî bi DTSO, Baroya Amedê, OHD’ê, ÎHD’ê û Desteya Koordînasyona Amedê ya TMMOB’ê re pêk anî û wê îro bi dawî bibe.