Civata 5'an a Şaredariya Qendîlê bi atmosfeke demokratîk  pêk hat

Delegeyên Civata 5'an a Şaradariya Binarê Qendîlê dan xuyakirin ku Şaredariya Qendîlê mînaka herî baş a rêveberiyên herêmî ye.

Şaredariya Binarê Qendîlê di dawiya vê hefteyê de 5. civata xwe ya giştî pêk anî. Di civata giştî de ku 91 delege tevlî bûn, Gulale Osman û Mihemmed Hesen ji bo Hevserokatiya Şaredariya Binarê Qendîlê hatin hilbijartin. Delegeyan li ser Şaredariyê û civata giştî ji ANF'ê re axivîn.

Endamê Desteya Encûmenan a Şaredariya Binarê Qendîl Rêber Ebdûllah got di vê rewşê de ku li Başûrê Kurdistanê krîzeke pirhêlî heye pêkhatine cıvata wan pir girîng e. 

Ebdûllah diyar kir ku wan di kongreyê de xebatên 2 salan ên şaredariyê nirxandine û di nav van du salan de ti cihêtî nekirine nav deveran de, bi nêzîkatiyeke dadmend wan xebatên xwe bi rê ve birine.

Ebdûllah got ew hêvî dikin bi heman şêwazî xebatên dema nû werin rêveberini û ji pêdiviyên civakî re bibin bersiv.

Endama Desteya Encûmena Şaredariya Binarê Qendîlê Ronak Hesen Ebdûllah jî  ji civatê kêfxweşiya xwe diyar. Ebdûllah bal kişande ser cihêtiya rêveberiya desthilatdariyê û got cihê ku desthilatdarî lê heye dizî û talan serwer e lê li Binarê Qendî berevajî rêveberiya destilatdariyê ye û li ser esasê demokratîkbûnê dimeşe.

Ronak herî dawî berê li ser jinê zext û zordarî hebûn lê bi alîkariya şaredariyê, bi projeyên li ser jinan rewş guherî ye. Jin çalak bûye, bi rengekî rehe tevdigerin, di nav xebatan de cih digirin.

Delegeyê bi navê Ebdûllah Hemed jî diyar kir ku civata wan bi rengekî demokratîk pêk hatiye û ew ê bi ser bikevin.