'Cîlofest' û xiyaneta jibîrkirinê

Divê ciwanên Kurd li ber hewldanên jibîrkirina hiş û dîroka Kurdan rabin. Divê zanibin ku jibîrkirin xiyanet e û bi vî rengî bijîn.

Gelek dema ku li şehîdên xwe derneket hingî kesayetiya xwe ji dest dide. Gelek dema ku xaka ku şehîdên wan lê hatine veşartin nikaribe biparêze, hingî hebûna xwe ji dest dide.

Her çend em vê yekê qebûl nekin jî weke gelê Kurd em îro bi vê yekê re rû bi rû ne. Dewleta Tirk li Newala Qesaba avahiyan lê dike û eger em li hemberî vê yekê bêdeng dimînin, hingî em ê çawa karibin armancên Egîdan pêk bînin? Li Çarçella û Cîlo ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ya 50 salî de bi sedan gerîla di hembêza xwe de veşart, mîna ku xwîna lehengan lê nehatiye rijandin, eger dewleta Tirk karibe lê 'şahiyan' lidar bixe, hingî tiştek kêm bûye di ruhê me de. Gelo jinên me/zarokên me yên li kêleka Gola Sate hesab bipirsin? Gelo bazên li zinarê Sumbulê nikare hesab bipirsin? Eger kesek, tiştek hesab nepirse hingî dîrok wê me darizîne.

Avahiyên li Newala Qesaba jî bi destê yekî 'bi eslê xwe Kurd' têne avakirin. Yên ku îro li Newala Qesaba, Cîlo, Çarçella, Gabar, Cûdî û Sûrê têne kirin, parçeyên ji siyaseta qirkirinê ne. Hewldana ji bo tunekirina dîroka Kurdan, hişê dîrokî ye, hewldana ji bo jibîrikrina yên berdêl dane. Çiqasî bi êş e, metirsîdar e! Na, em ne di vê rewşê de ne û em ê nekevin vê rewşê. Lehengên me hene ku li ber xwe didin û destanên lehengiyê dinivîsînin. Dayikênm me hene ku ew mezin kirine û Roja me heye.

Divê hay ciwanan ji wezîfeya xwe hebe. Li dijî çalakiyên pûçkirina nirxên çandî yên mîna 'Cîlofest' divê nerazîbûna xwe nîşan bidin. Dema ku ev destwerdana çandî ya li çiyayên Kurdistanê dîtin, bila berxwedêrên li tunelên şer bêne bîra wan. Dema ku 'Cîlofest' dihate lidarxistin, li tunelên berxwedanê yên Şehîd Dogan ên il Zapê bi çeka kîmyewî Şerzan Mawa şehîd bû, divê vê yekê ji bîr nekin. Divê zanibin ku jibîrkirin xiyanet e û bi vî rengî bijîn.