Cezayê pereyan dan berxwedêrên Şêladizê

Dadgeha Dêrelokê ji bo 15 kesên ku piştî berxwedana Şêladizê hatibûn destgîrkirin, cezayê 100 hezar dînarê Iraqî li wan birî.

15 kesên ku piştî berxwedana Şêladizê hatibûn destgîrkirin û zêdetirî mehekê girtî bûn îro li Dadgeha Dêralokê hatin darizandin.

15 kesên ku piştî berxwedana Şêladizê hatibûn destgîrkirin li gorî xala 10’an a qanûna hejmara 11 ku sala 2011’an hatibû derxistin hatin darizandin.

Rûniştina dozê sibê saet 09:00’an destpê kir û 5 parêzer beşdar bûn. Li gorî agahiyên ji parêzeran hatine bidestxistin 15 kesên îfade dane diyar kirine ku tiştek nekirine û ne poşman in ku beşdarî berxwedana Şêladizê bûne.

Heyeta dadgehê ji bo 15 kesan 100 hezar dînarê Iraqê ceza birî.

Parêzer Rêwing Yasin wiha got; “Kesên ku piştî berxwedana Şêladizê hatibûn destgîrkirin ji bo her rojekê wê 3 hezar dînar perê bidin.”

Li gorî qanûnên Herêma Kurdistanê kesên hatine ceza kirin, dikarin biryara dadgehê di nava 30 rojan de bibin dadgeheka temyizê.

Parêzer Rêwîng Yasin got piştî hevdîtina li gel muwekîlan wê biryar bidin ku biryara dadgehê bibin temyizê an ne.