Cezayê hepsa nav malê dane hevşaredaran

Li Sêrtê li ser 10 kesan, ku di nav wan de şaredarên HDP'yî yên ku peywira wan hatine desteserkirin jî hene, cezayê şertê kontrola edlî û hepsa nav malê li wan hate birîn.

Di nav de Hevşaredarên Sêrtê yên HDP'î jî ku qeyûm li şûna wan hate danîn, ji 10 kesên hatibûn destgîrkirin 6 kes bi şertê kontrola serbest hatin berdan û der barê 4 hevşaredaran jî cezayê hepsa nav malê hate standin.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylu di 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de qeyûm tayînî 5 şaredariyên HDP'ê kir. Heman rojê polîsan bi ser malên hevşaredaran de girt û hevşaredar destgîr kirin. Li Sêrtê jî qeyûm tayînî Şaredariyên Sêrt, Misirc û Hawelê kirin û Hevşaredar destgîr kirin. Hevşaredara Sêrtê Berivan Helen Işık û Peymandara Turhan, Hevşaredarê Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û Ozden Gulmez, Hevşaredarê Misircê Baran Akgul û Esmer Baran, Xebatkarên Şaredariya Sêrtê Eşref Tekin, Gulçin Koneş û Beşir Aksu û Resul Kaçar ê mazbata wî nedabûn wî hatin destgîrkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê. Piştî lêpirsîna wan bi dawî bû sewqî dozgeriyê kirin. Dozger jî piştî li îfadeya 10 kesan guhdar kir Hevşaredarê Sêrtê Peymandara Turhan, Hevşaredarê Misircê Esmer Baran, xebatkarên Şaredariya Sêrtê Eşref Tekin û Gulçin Koneş, Resul Kaçar û Beşir Aksu, bi şertê kontrolê, serbest berdan. 
 
Dozger, Hevşaredara Sêrtê Berivan Helen Işik, Hevşaredarên Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û Ozden Gulmez û Hevşaredarê Misirce Baran Akgul jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî der barê 4 hevşaredaran de biryara hepsa nav malê da û ew şandin hepsa malê.  
 
Ji rêveberên HDP'ê Beşir Kaya bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got: "Ev zilm e. Heqareta li gelê Kurd e. Em her carê Şaredariyan bi dest dixin lê dîsa qeyûm tayîn dikin. Em vê yekê qebûl nakin." 
 
Welatî Remzî Turkoz jî diyar kir ku ew tayînkirina qeyûman qebûl nakin. Welatî Siraç Sevîmlî jî anî ziman ku ew qeyûman nas nakin û mafê gelê Kurd ê bijartin û hilbijartinê ji destê wan hatiye girtin. 
 
Bavê Hevşaredara Hawêlê Ozden Gulmez Nahir Gulmez, jî bertek nişan da û got "Ev ne qeyûm e. Ev destesrkirin e. ''
 
Welatî Teybet Tekin, Evin Gurgen jî anî ziman ku ew vê yekê qebûl nakin û wê li diji qeyûman li ber xwe bidin.