Cezayê girtîgehê li rojnamevan Zehra Dogan hat birîn

Li rojnamevan Zehra Dogan, 2 sal, 9 meh û 22 roj cezayê girtîgehê hat birîn. Dogan roja 9'ê Kanûnê ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê derketibû.

Rojnamevan Zehra Dogan, ku roja 23'ê Tîrmehê li Mêrdînê hat binçavkirin û bi beyanên şahidê veşartî bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' û 'propaganda rêxistinê' hat girtin, di rûniştina destpêkê ya li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê roja 9'ê Kanûnê ji bo bi rengekî negirtî were darizandin, hatibû berdan. Rûniştina doza li dijî Zehra Dogan îro jî li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê dewam kir. Di rûniştinê de Dogan û parêzerên wê amade bûn.

Piştî ku Dogan û parêzeran parastina xwe kirin, heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir. Heyetê ji sûcdariya 'endametiya rêxistinê' biryara beraatê da. Lê belê ji ber parvekirinên xwe yên li medya civakî yên navbera 21'ê Kanûna 2015-9'ê Kanûna 2019'an û notên Elîf Akboga ya 10 salî yal i Nisêbînê kir nûçe, 2 sal, 9 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê birî.