Cezayê girtîgehê li Hevserokên HDP’î Ablay û Kûlpû birîn

Ji bo Hevserokên HDP’î Fatma Ablay û Omer Kûlpû 1 sal û 8 meh ceza hate dayîn.

Rûniştina 4’an a doza derbarê hevserok Fatma Ablay û Omer Kûlpû ên bi îdîaya ‘propaganakirina rêxistinê ku di serdegirtina 29’ê Gulana 2020’ê de ku bi sedema li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê ‘poster û afîşên der yasayî daliqandine’ hatin destgîrkirin li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê pêk hat. Rûniştina ku hevserok û parêzer amade bûn, rê nehate dayîn ku rêveberên HDP’î tevlî bibin

Parêzer Zedan Ekrem anî ziman ku poseterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne sûce, biryarên emsal ên Dadgeha Bilind û Destûra Bingehîn (AYM) ên derbarê vê girtî heye.

Şandeya dadgehê ji bo hevserokan 1 sal û 8 meh ceza birî. Ceza hatin taloqkirin.