Cezayê girtîgehê li Hevşaredara Gêlê birîn

Hevşaredara Gêlê Gulistan Ensarîoglû ku wezîfeya wê ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve hate desteserkirin, bi 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Hevşaredara Gêlê Gulistan Ensarîoglû ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, di çaroveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû destpêkirin de di 30'ê cotmeha 2020'an de hatibû destgîrkirin. Piştre bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" doz li Ensarîoglû hatibû vekirin. Danişîna doza Ensarîoglû li 9'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Ensarîoglû û parêzerên xwe Ferîde Laçîn û Ûgûr Bîngo tevlî danişînê bûn.

Di danişînê de dozger mutalaaya xwe da û xwest ku Ensarîoglû bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" bê cezakirin. Parêzerên Ensarîoglû li dijî mutalaayê derketin û ji bo muwekîla xwe daxwaza beraetê kirin.

Dadgehê, li ser daxwaza dozger bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Ensarîoglû birî.