Cezayê girtîgehê dane siyasetmedarê ku jiyana xwe ji dest dayî

Li Colemergê di doza KCK'ê de dadgehê ceza li siyasetmedarê Kurd birî. Dadgehê her wiha 8 sal û 9 meh dan siyaetmedarê Kurd Ahmet Oner ku beriya 4 salan jiyana xwe ji dest daye.

Rûniştina Doza Geverê ya KCK'ê ku 29 kes jê dihatin darizandin 1'ê Cotmehê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê çêbû.

Piştî vê darizandina nehiqûqî Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar jî di nav de, li Vahît Şahînoglu, Mehmet Çapraz, bi îdîaya 'endamên rêxistinê ne' her yekê 17 sal û 6 meh ceza hate birîn. Dadgehê her wiha biryar da ku rewşa girtîbûnê ya Yaşar bidome.

Dadgehê her wiha her yekê 8 sal û 9 meh ceza da kesên ku di dozê de dihatin darizandin. Kesên ku dihatin darizandin û ceza li wan hatî birîn: Tacettîn Safali, Yılmaz Guneyli, Yilmaz Gzyan, Abidîn Enîş, Naif Oztekîn, Nazîf Ataman, Necîp Çapraz, Arîf Karay, Sabrî Tumen, Abdulkerim Akdogan, Songul Ogmen, Suleyman Sabrî Mavî, Abdüuhalik Ozdel, Metîn Yaşar, Muhyettin Onal, Nahîde Yildiz Pulat, Hurşît Altekîn, M. Emîn Seven, Husnu Beşer, Abdulmenaf Duzencî, Abdurahman Gemîcîoglu, Ruken Yetişkîn, Cemîl Bor, Husnu Bulgan, Seracettin Fırat, Ahmet Oner ve Reşît Orbey.

Dadgehê şertê kontrola edlî da 27 kesan. Yek ji delîla ku dadgeh bi rengekî nehiqûqî didarizîne ew bû ku dadgehê 8 sal û 9 meh ceza li Ahmet Oner jî birî, ku Oner di 80 saliya xwe de sala 2017'an jiyana xwe ji dest daye. Hiqûqa AKP'ê doz li Oner vekir û bi vê jî nema ceza lê birî, ku Oner beriya bi 4 salan jiyana xwe ji dest dabû.

Oner sala 2017'an bi kanserê mîdeyê jiyana xwe ji dest dabû û li gundê Peylanê hatibû veşartin.