Ceza li mînaka 'Îskenderê Mezin' birîn

Dadgeriya Tirk gotina "Gelê Şaxê serî li ber Îskenderê Mezin jî netewand" a Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Botan weke gefxwarinê dît û 2 sal cezayê girtîgehê, 12 hezar û 775 TL jî cezayê pere lê birî.

Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Lezgîn Botan, di dema hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de li mîtîngeke li navçeya Şaxê ya Wanê axivîbû û gotibû, "Gelê Şaxê serî li ber Îkenderê Mezin jî netewandiye."

Ji ber vê gotinê, bi îdîaya "heqaret li wezîfedarê cemaweriyê kiriye" doz lê hate vekirin û biryara li ser vê dozê hate dayin.

Dadgeha Ceza ya Asliye ya Şaxê bi îdîaya "sûd ji hêza tirsnak a rêxistinên sûc girtiye û bi vî rengî sûcê gefxwarinê kiriye" 2 sal cezayê girtîgehê, bi îdîaya "heqaret li wezîfedarê cemaweriyê kiriye" jî 12 hezar û 775 TL cezayê pereyan li Botan birî.

Beriya mîtînga ku Botan lê axivî, qeymeqamê Tirk ê li navçeya Şaxê bi keyayan re civînek li dar xistibû û ev gef li wan xwaribû: "20 roj mane ji hilbijartinê re. Li gorî wê yekê bi aqilane tevbigerin, çi pêwîst be wê bikin. Deng nedin HDP'ê, bidin AK Partiyê."

Lezgîn Botan jî di mîtîngê de bang li qeymeqam kiribû û gotibû, "Tu wezîfedarekî cemaweriyê ye, li gorî qanûnan tevbigere. Bi namûs tevbigere û îstifa bike. Tu yê bibe wekîl, ya serokê navçeyê, tu yê bibe çi? Mafê te nîne ku tu gefê li keyayên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin tehdît bike. Gelê Şaxê wê rê nede gefên ên mîna te. Gelê Şaxê serê xwe li ber Îskenderê Mezin jî netewandiye."

Piştî ku mafê destnedanê yê parlamenterên HDP'ê hate rakirin, li ser giliyê qeymeqam doz li Botan hate vekirin û di rûniştineke ku Botan lê ne amade bû, ceza lê hate birîn.

Parlametnerê HDP'yî Botan destnîşan kir ku ev biryar siyasî ye û ti eleqeya xwe bi hiqûqê re nîne.