Ceylan: Dem dema cîrantî û hevkariyê ye

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan diyar kir ku wan di çarçoveya kampanya Malbatên Xwişk û Bira de li Kurdistan û Tirkiyeyê xwe gihandiye 11500 malbatan û got: “Dem dema cîranî, hevaltî û hevkariyê ye."

Têkildarî kampanya û xebatên kampanyayê Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan ji ANF’ê re axivî.
 
Ceylan anî ziman ku ji ber şewba koronavîrûsê tevahiya cîhanê di bin metirsiyek mezin de ye û wiha axivî: “Dema ev şewba korona li Çînê derket û li tevahiya cîhanê belav bû her welat kete nava bergiriya şewba korona. Hinek welat li hember vê şewbê bi serketî bûn û hinek welat jî xitimîne. Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê desthilatdariyê bi nêzîkatiyekî pir ne ilmî nêzî şewba korona bû. Li Tirkiyeyê desthilatdariyê tenê li xwe fikrî. Lê belê aliyên civakê ji derveyî vê pêvajoyê hiştin û hîn jî di vê fikra xwe de berdewam dike. Li Tirkiyeyê tişta dixuye Tirkiye li hemberî şewba korona xitimiye. Desthilatdariya heyî ji bo ku civakê bi xwe ve girê bide û her demê di bin xizmeta xwe de bihêle, bi salane polîtîkayek şaş  û qirêj dide meşandin. Dewlet dixwaze li Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê civakek xizan biafirîne. Bi taybetî li Kurdistanê di 20 salên dawî de dixwazin bi xîzaniyê civakê terbiye bikin."

'BILA BEROŞA HER MALÊ LI SER AGIR BIKELE'

Ceylan da zanîn ku dema şewba korona li cîhanê belav bû wan bi gelek sazî, dezgeh û kesayetan re hevdîtin pêkanîne û wiha pê de çû: "Li ser pirsgirêk û rewşa civakê me nîqaş pêkanîn. Me xwest em pirgirêkan derxin holê û tişta ku em bikarin bikin em çareser bikin. Deshilatdarî li herêmê ji bo civakê tiştek nekiriye û ti amadekiriyê wê tineye. Ji ber ku ti amadekariyên desthilatdariyê tinene civak bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ne. Ji bo ku em bikarin di xizmeta gelê xwe de bixebitin li ser du xetan me xebat da destpêkirin. Yek xwe parastina li dijî şewba koronavîrûsê ya din jî ji ber ku kargeh hatin girtin û ji bo welatiyên me yên di zor û zehmetiyê de dijîn em destê xwe yê mirovahiyê bigihînin wan. Ji bo ku beroşa her malê li ser agir bikele me pêwîstî bi vê kampanyayê dît. Di heman demê de ji bo di van rojên zehmet de em bikarin cîraniyê, hevaltî û hevkariyê pêş bixin me dest bi vê kampanyayê kir.” 

'11500 MALBAT HATIN TESPÎTKIRIN'

Ceylan destnîşan kir ku li seranserê Kurdistanê wan xwe gihandiye 11500 malbatan û wiha dom kir: "Li ser rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan em xwe digihînin malbatên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Dîsan li ser agahiyên sazî û dezgehên civaka demokratîk bi me re parve dikin û wer wiha dîsan bi amûrên ragihandinê kes xwe digînîn me û bi vî awayî em malbatên xwe tespît dikin. Gun bi gund, navçe navçe û bajar bi bajar em hewldidin xwe bigînin malbatên xwe. Li gun û navçeyan komsîyonên me hene û xebatan didin meşandin. Dîsan malbatên bixwazin xwe bigînin me bi rêya medya civakî û hejmara telefona rêxistinên me yên navçe û bajaran dikarin xwe bigihînin me. Di malperên me yên civakî de hejmara xwe gihandinê heye. Şev û roj ferq nake kijan demê daxwaza alîkariyê were em dixizmeta gelê xwe de amadene."

'DEM DEMA CÎRANTIYÊ YE'

Ceylan bilêv kir ku berî dest bi kampanyayê bikin wan anîbû ziman ku wê hemû derfetên partiya xwe bixin dewrê û ev tişt got: “Mixabin derfetên partiya me têr nake ku em alîkariya malbatên xwe bikin. Divê welatiyên me yên xwedî derfetin jî tevlî vê kampanyayê bibin û destê cirantî û hevkariyê dirêj bike. Dem dema cîranî, hevaltî û hevkariyê ye. Divê hemû cîran li hev xwedî derkevin û destê alîkarî û piştevaniyê dirêjî hev bikin.

Li seranserî Kurdistan û Tirkiyeyê heta niha me bi 650 malbatê re alîkariya paketên zexire kirine. Li Kurdistanê jî heta niha bi 3000 malbatê re me alîkarî paketên zexîre kiriye. Her wiha di çarçoveya kampanya ‘xwişk û bira’ heta niha me xwe gihandiye 850 malbatan. Li Tirkiye û Kurdistanê 1250 malbatan re bingeha xwişik û biratî hatiye avakirin. Li gelek herêm û devran jî alîkarî gihitiye malbatên me.”

BÊYÎ CUDAKARIYÊ 

Ceylan, li ser rêbazê belavkirina pakêtên alîkariyê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: "Em bêyî bipirsin ev kîne? Deng daye HDP'ê ya na? Em bêyî cûdakariyê têxin navbera wan em hewl didin ku dest dirêjî malbatên pêdiviya wan pê heye bikin. Em dixwazin li gorî edalet, wîcdanî û ehleqî alîkariyê bidin mirovan. Em malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heye tespît dikin. Em xwe digînin malbatan. Eger derfetên malbatnan hebe werin pakêta zexîre bibin, em li wan digerin û ew tên bi xwe pakêta xwe dibin û diçin. Eger ku derfetên wan ên werin pakêta zexîre bibin tine be jî em bi xwe pakêtan digînin destê wan. Nêzîkatiya gel jî pozîtife û bi dil germî nêz dibin.”