Cerdevanan li Besta û Heftanînê dar birîn

Bi sedan cerdevanên ji bajarokê Şenoba yê Qilabanê, li herêmên Besta û Heftanînê dar birîn, herêm wêran kirin.

Li bakurê herêma Bestayê ya Şirnexê û li herêma Avagûzê ya bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê, zêdeyî 100 cerdevanî herêm wêran kirin, dar birîn. Cerdevanên ji bajarokê Şenoba yê Qilabanê hatin anîn, 30 ji wan li derveyî sînor, yên mayî jî li herêma Bestayê dest bi birîna daran kirin.

BIRIN HERÊMÊN LEŞKERÎ

Cerdevan di ser gundê Nêrwehê yê Qilabanê ber bi bajarê Zaxoyê yê Başûrê Kurdistanê bi 5 kîlometreyan bi pêş ve çûn, li herêma Avagûzê 4 roj in daran dibirin. Darên têne birîn jî bi traktoran derbasî herêmên baregehên leşkerî dikin.