Cerdevanan êrîş birin ser mirovên li zozanan

Li taxa Kû ya Pasûrê, cerdevanan êrîş birin ser şivanan û gule li malbatên li zozanan reşandin.

Li taxa Kû ya li navçeya Pasûrê ya Amedê, heywanên cerdevanan ketin nava zeviyên malbatên li zozanan. Şivan Z.B, H.B. û Î.B. hewl dan heywanan ji nava zeviyên xwe derxînin, lê belê cerdevanên dewleta tirk F.D., Î.D., M.D., Î.D. û S.D. ku rêxistina sûc a dewleta Tirk in, êrîş birin ser şivanan.

Piştî lêdanê, cerdevanan ber bi aliyê gundiyan ve gule reşandin. Malbatên ku ewlehiya jiyana wan nîne li zozanan di nava tirs û fikarê de ne.

Li gorî agahiyan, heman cerdevanan beriya 2 salan jî zext li heman malbatê kiribûn.