Cengîn Welat: Ji bilî serketinê gerîla bi tiştekî din nerazî ye

"Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bilî serketinê wê bi tiştekî din razî nebe. Heta bi ser bikeve, heta dawî li tecrîdkirina Rêber Apo bîne, heta welatê me ji dagirkeriyê rizgar bibe wê ji çalakiyên xwe gavê paş ve neavêje."

Yek ji fermandarên HPG'ê Cengîn Welat qala berxwedana li dijî polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk kir.

Cengîn Welat got, "Operasyonên ku îro li ser Heftanînê tê kirin, di çarçoveya konsepteke mezin de ye. Vê konseptê ji Efrînê dest pê kir û heta Serêkaniyê, Xakurkê û Heftanînê dewam dike. Dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi taybetî plana sereke ye. Piştî sed saliya hevpeymana Lozanê bi dawî dibe, têk diçe. Dixwazin hevpeymana Lozanê nû bikin. Dîsa dixwazin polîtîkaya Mîsaqî Milî li ser Başûrê Kurdistanê pêk bînin. Nokerên Kurd jî tevlî vê konseptê bûne."
'LI HEFTANÎNÊ ŞEREKÎ BÊHEMPA TÊ KIRIN'

Fermandar Cengîn Welat destnîşan kir ku li Heftanînê şerekî bêhempa tê kirin û got, "Bi awayekî ku li devereke din nehatiye dîtin, teknîka herî pêşketî li ser Heftanînê, li ser tevahiya Başûrê Kurdistanê û gerîla bi kar tînin. Lê HPG hêzeke fedayî ya Apoyî ye. Ruhê gerîla jî wê ti carî lawaz nabe, ji berxwedanê gav paş ve navêje. Ji ber ruhê fedayîtiya Apoyî li Heftanîn dîsa derkete pêş. Bi berxwedana Rusteman, Zîlanan, Bahozan û Hozanan, berxwedaniyeke nû derket holê. Ev berxwedan bi destanwarî tê nivîsandin."

Cengîn Welat diyar kir ku banga 'Ev der Heftanîn e' nîşan dide ku berxwedan di kîjan astê de ye, çiqasî kûr e û got, "Bi vî rengî bandorê li tevahiya Kurdistanê dike. Li Bakurê Kurdistanê her çiqas polîtîkayên dijmin ên sîxuriyê, kontra, nuqteyên çavdêriyê didomin jî gerîla çalakiyan li dar dixin. Gerîla hêzeke veşartî ye, li her derê ye û ne li tu cihî ye. Pênaseya gerîla ev e. Lewma wê nikaribin gerîla lawaz bikin."

'GELÊ BAŞÛR GELEKÎ SERHILDÊR E'

Cengîn Welat bi bîr xist ku gelê Kurd bi hezaran sal in li ser piyan e, li ber xwe dide û got, "Gelê Kurd ji çandeke berxwedanê tê. Ji çanda Arî tê. Ji ber wê bi welatê xwe ve girêdayî. Ji bo kesekî ji çandeke din dibe ku wek Kurdan bi axa xwe ve ne girêdayî bin. Ji ber gelê kurd bi ax û çanda xwe ve girêdayî ye. Bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê gelekî welatparêze û di dîroka xwe de bûye nimûne. Di dîroka Kurdistanê de jî serhildan û berxwedanên mezin li Başûr rabûne. Pir mirov dûr neçe, beriya vê bi 2 salan berxwedana Şeladizê heye. Ew berxwedan ji bo heqîqetê ye. Îro jî bi heman awayî ye. Îro polîtîkayên Başûrê Kurdistanê ber bi rêyeke şaş ve diçin. Ji ber wê gelê Başûr ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê kurdistanê zêdetir baweriya xwe bi tevgera azadiyê ya PKK tîne. Dibe ku li her derê derfet nebe hestên xwe bînin ser ziman, lê demên pêwîst bike gelê başur bi giştî ji bo parastina Kurd û Kurdistanê amade ye. 

'WÊ GERÎLLA HER ÇALAK BE'

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bilî serketinê wê bi tiştekî din razî nebe. Heta bi ser bikeve, heta dawî li tecrîdkirina Rêber Apo bîne, heta welatê me ji dagirkeriyê rizgar bibe wê ji çalakiyên xwe gavê paş ve neavêje. Hetanî sîstemekî demokratik ava nebe, heta Rêbertiya me, gel û Kurdistan bi hev re kom nebin wê gerîla her ser piya be. Heta serketinê, heta ku hêz di laşê me de hebe bi temamî hêz û fikre xwe em ê bi zanebûn tevbigerin û bighêjin serketinê."