Cenazeyên parçebûyî yên sê kesan nîşanî malbata Erkol dan

Malbata Erkol ji bo cenazeyê Mercan Erkol a HPG'ê werbigire serî li rayedaran dan, cenazeyên 3 kesan ên parçebûyî yên li goristanê nîşanî wan dan.

Mercan Erkol (Berîtan Tolhildan) a HPG’yî di 16’ê Mijdara 2017’an de bi 12 hevalên xwe re di şer de li herêma Guhermê ya Pasûr a Amedê jiyana xwe ji dest da. Piştî HPG’ê di 17’ê Adara 2019’an de ragihand ku 12 gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dane û yek ji wan jî Mercan Erkol e, malbata Erkol pê hesiya û ji bo aqûbeta keça xwe hîn bibe çû fermandariya cendirmeyan a Amedê. Fermandariya Cendermeyan jî malbatê şand Pasûrê, cihê ku Mercan Erkol lê jiyana xwe ji dest dayî.

Bav Hesin Erkol jî serî li dozgeriya Pasûrê da. Dozgeriya Pasûrê jî hejmara dosyeya cenaze da û Erkol dîsa şand Fermandariya Cendermeyan a Amedê. Li vir li ser daxwaza fermandariyê Erkol ji DNA'yê çû Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê xwîn da û vegeriya Fermandariya Cendermeyan. Vê carê jî rayedarên Fermandariya Cendermeyan berî wî dan Wanê û jê re gotin, "kengî encama DNA’yê diyar bû em ê li te bigerin".

Piştî çar mehan rayedarên Fermandariya Cendirmeyan li bav Erkol geriyan xwestin ku bê cenazeyê xwe bibe. Li ser vê yekê Erkol ji Wanê hat Fermandariya Cendirmeyan a Amedê û bi rayedaran re çû Goristana Yenîkoyê. Ji vir jî derbasî beşa bêkesan bûn û xwestin cenaze wergirin. Li vir rayedar gorê vedikin ku 3 cenazeyên perçekirî têde ne. Li ser vê yekê dozger got, "heta DNA’ya wan yek bi yek neyê girtin em nikarin bidin". Pişt re bav Erkol dîsa zivirî Wanê. Li wê derê serî li ÎHD’ê da. Piştî 4 mehan di 22 ’ê Kanûnê de dîsa hat Amedê. Hesin bi rêya parêzer serî li dozgeriyê da û piştre çû serî li Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Ji Bo Kesên Li Jêderka Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) da.

Bav Erkol, diyar kir ku 9 meh e rayedar wan mijûl dikin û got: “Gelo di îslamiyetê de di maf û hiqûqê de tişteke wisa heye. Heqareteke wisa ku li cenazeyê mirovan bê kirin nayê qebûl kirin. Ev çend care ez têm diçim. Em bi van tiştan diêşin. Tu olan, mezheban de ev tişte nîne. Ev bê edaletî ye bê wijdanî ye mirovahî nîne. Ji bo ku em kurd in vê tiştê dikin meseleyeke din nîne. Ew qas em mexdûr kirine ku bi şev jî xewa me nayê.”