Cenazeyên li Tipa Edlî, li goristana bêkesan hatin veşartin

11 cenazeyên li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê dihatin hiştin, li goristana bêkesan hatin veşartin. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, welê li cenazeyan hatibû ku nema dihatin naskirin.

Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) Meletiyê Mehmet Tûncel destnîşan kir ku di şerê du mehên dawî de li navçeya Depê ya Xarpêtê, li Çewlik û Dersimê 3 ji wan gerîlayên MLKP û 20 gerîlayên HPG'ê bi giştî 23 cenaze li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hatibûn hiştin. Tûncel diyar kir ku 2 endamên MLKP'ê, 10 gerîlayên HPG'ê bi giştî 12 cenaze ji hêla malbatan ve hatine wergirtin, 11 cenaze jî berî 2 hefteyan li goristana bêkesan hatin veşartin.

WELÊ LI CENAZEYAN HATIBÛ KU NEMA DIHATIN NASKIRIN
 
Tûncel anî ziman ku berî ragihandina Rewşa Awarte wan ji Saziya Tipa Edlî agahî digirtin, lê piştî ragihandina Rewşa Awarte agahiyê nadin wan, lê eger malbat serî li wan bidin, wê der barê cenazeyan de bikaribin agahiyan bidin wan.

Tûncel da xuyakirin ku malbatên ji bo rakirina cenazeyan berî niha bi demekê hatibûn gotine, welê li cenazeyan hatiye ku nayên naskirin.

Tûncel diyar kir ku hê jî ew nizanin li Saziya Tipa Edlî çend cenaze tên hene, li gorî agahiyên ku malbatan daye wan, di nava 2 mehan de 3 jê endamên MLKP'ê, li Dersimê 9, li Depê 7 bi giştî cenazeyên 23 gerîlayan anîne Meletiyê. Tûncel destnîşan kir ku di nava 2 rojan de malbatek ji Îranê, 4 malbatan ji bo cenazeyan bigirin, mînakên xwînê ji bo DNA'yê dane.