Cenazeyên ku nasnameyên wan diyar bûne nadin malbatan

Di berxwedana rêveberiyên xweser a Nisêbînê de, di demên cuda de 28 kesî jiyana xwe ji dest dabûn û li goristana bêkesan hatibûn veşartin. Tevî ku nasnameyên wan diyar bûne jî dozgerî bi hincetên cuda cenazeyan nadin malbatan.

Li Nisêbînê qedexeya derketina derve ya 14'ê Adara 2016'an îlankirin di rojên bihurî de hate rakirin. Hê bi dehan cenazeyên mirovên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan, li goristana bêkesan e. Tevî ku 2 sal di ser re derbas bûne jî cenazeyên 28 kesan hê radestî malbatan nehatine kirin.

Dozgeriya Mêrdînê ku destpêkê bi hinceta 'agahiyên nasnameyan winda kirine' cenaze teslîmê malbatan nekir, niha jî bi hincetên cuda cenazeyan nade malbatan. 

Malbatên ji bo girtina cenazeyan diçin dozgeriyê jî bi hinceta 'dosya li Nisêbînê ye' dişînin Nisêbînê. Malbatên li vir îmze avêtin, vê carê bi hinceta 'dosya şandine Mêrdînê' şandin Mêrdînê. 

Li gorî agahiyên ku dozgeriya Nisêbînê daye malbatan, 'bi rêya PTT'ê dosya şandine Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê' û malbatên piştî Nisêbînê hatin Mêrdînê, diyar kirin ku dozger li vir jî ji wan re gotiye 'dosya hê negihaştiye ber destê wî'. Ji ber vê yek malbat ev meheke tên mijûlkirin û cenazeyên xwe nikarin bigirin.