Cenazeyên gerîlayên HPG'ê piştî 44 rojan hatin standin

Dewleta Tirk ev 44 roj in nedihişt ku malbat û gel cenazeyê 4 gerîlayên HPG'ê ku li Licê ya Amedê 3'yê Hezîranê di şer de şehî bûbûn, bistîne. Piştî 44 rojan malbat û gel cenaze standin.

Cenazeyên endamê HPG’ê yên li çoltera Taxa Bayirli ya Lîcê, di pevçûna 3’yê Hezîranê rû da de şehîd bûbûn, piştî 44’an rojan ji aliyê malbat û gel ji herêma operasyonê hatin wergirtin. 

Li çoltera Taxa Bayirli ya navçeya Lîcê ya Amedê, di 2’yê Hezîranê de operasyona leşkerî hat lidarxistin û di 3’yê Hezîranê de pevçûn rû da. Cenazeyê 4 endamên HPG’ê yên di  şer  de şehîd bûbûn 44 rojan li herêma pevçûnê hatin rawestandin. Ji 5 HPG’iyên di şer de şehîd bûbûn cenazeyê Ferhat Kocakaya (Rizgar Tolhildan) piştî operasyonê ji herêmê hat girtin û li Lîcê hat definkirin. Lê cenazeyên Îbrahîm Çelîk (Mahîr Andok), Abdullah Tûrhan (Reber Amed), Omer Demîr (Serhildan Mazî) û Yûsûf Kayran (Zinar Akro) 44 rojan li herêma operasyon hatibû rawestandin. Malbat çûn herêma operasyonê û di wêneyên kişandin de xuya dike ku cenaze xirab bûne. Malbat û gel piştî 44’an rojan çûn herêmê û cenaze ji herêma operasyonê wergirtin.
 
CENAZE TESLÎMÊ CENDIRMEYAN KIRIN 
 
Malbatên ku tu encam ji serlêdanan negirtin, bi gel re çûn herêma operasyonê û cenazeyên xwe girtin. Hat dîtin ku cenaze ji ber bandora bombeyên qazanê parçe bûne û malbatan parçeyên cenazeyan kom kirin. Malbatan cenaze anîn Taxa Bayirli ya navçeya Lîcê û cenaze li vê derê ji aliyê parlementerên HDP’ê, Serdozgeriya Komarê yê Lîcê û parêzeran ve hat pêşwazî kirin. Cenaze dûre birin Fermandariya Cendirmeyan a navçeyê û ji bo girtina cenazeyan girtek hat girtin.