Cenazeyên 4 şervanan hatin veşartin

Bi hezaran welatiyê bajarê Kobanê cenazeyên şehîdên Qereçox û Pêngava Xezeba Firatê, li Goristana Şehîd Dicle veşartin.

Bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên Welat Bozî (Awaz Botan), Xelîl Remedan (Roceng Kobanê), Rustem (Rustem Zagros) û Arif Walî (Bavê Leyla) ên ku di Pêngava 4′emîn a Xezeba Firatê û encama bombebarana balafirên Tirk a li ser herêma Qereçox jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dicle hatin veşartin.

Di merasîmê de, Fermandar û şervanên YPG/YPJ′ê, Endamên Desteyên Rêveberiya Xweser, Saziyên Civaka Sivîl û nûnerên bajarê Minbicê, amade bûn.

Li goristanê şervanan merasîmekî leşkerî lidar xistin. Piştre Fermandara YPJ′ê Fîdan Zinar axivî, sersaxî ji malbatên cagoriyan re xwest û got: ″Em ê tola şehîdên xwe hilînin û berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk bidomînin û herêmên xwe biparêzin.″

Endama Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Minbicê Îbrahîm Xilêf jî axivî, sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan re xwest, soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê da.

Her wiha Endamê YCR′ê Hogir Avirîn jî diyar kir ku wê ciwan li hember hemû êrîşên ku vîna gelê Kurd û tevahî gelê Bakurê Sûriyê dikin hedef, li ber xwe bidin û wiha got: ″Divê ciwanên Bakurê Sûriyê û tevahî Kurdistanê bixebitin, da gelên herêmê ji zulm û desthilatdariyê, azad bikin. ″

Piştre jî, nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şervanan bi dirûşiman ve hatin veşartin.