Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê li Kobanê hatin veşartin

Welatiyên Kantona Kobanê bi merasîmekê cenazeyên şervanê YPG'ê Gîvara yê ku di Pêngava Xezeba Firatê de û Hejar Mehabad ê di encama kiriza dil de şehîd bibûn hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên şervanên YPG'ê Ebdûlxalîq Beşîr (Gîvara) ku di Pêngava Xezeba Firatê de û Cehar Resûl Berkel (Hejar Mehabad) ê li Kobanê di encam kirîza dil de şehîd bibûn li Goristana Şehîd Dîcle bi merasîmekê hatin veşartin. Li aliyê din nasnameya şervanê YPG'ê Mihemed Hemo (Egîd Minbic) ku 25 Îlona 2014'an di berxwedanan Kobanê de şehîb bibû hate eşkerekirin.

Merasîm li goristanê bi deqeyekê rêzgirtinê destpêkir û merasîmekî leşkerî ji aliyê Şervanên Hêzên Xweparastinê ve hat lidarxistin. Piştre Fermandarê YPG′ê Nîhad Kobanê, Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Malik Mîtan û Hevserokê PYD′ê Salih Mislim, axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwestin û destnîşan kirin ku şehîd Hejar ji Rojhilatê Kurdistanê hat û ji bo azadiya gelan û parastina destkeftiyên şoreşê, axa Rojava bi xwîna xwe avda.

Piştî axaftinan, Saziya Malbatên Şehîdan nasnameya têkoşer Mihemed Hemo (Egîd Minbic) ku di berxwedana Kobanê de şehîd bûye, eşkere kir. Nasnameyên hersê şervanan radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên Şehîd Gîvara û Hejar li goristanê hat veşartin.