Cenazeyên 2 gerîlayan piştî 4 mehan radestî malbatên wan kirin

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Salîh Ekîncî û Îzzet Yîgît ku meha Hezîranê li Xarpêtê şehîd bûn, piştî çar mehan radestî malbatên wan kirin.

Gerîlayên HPG'ê Salîh Ekîncî (Devran Demîr) û Îzzet Yîgît (Fîraz Amed) li bejahiya navçeya Aricak a Xarpêtê di 9'ê Hezîranê de di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn.

Encama testa DNA'yê piştî 85 rojan hate eşkerekirin.

Rayedarên Miduriyeta Polîsan a Xerpêtê piştî ku testa DNA’yê diyar dibe agahiyê didin malbatan û ji wan re dibêjin: “DNA’ya zarokên we diyar bû. Erebeya cenaze jî bi xwe re bînin û werin cenazeyê xwe bigirin.”

Malbat li ser vê yekê diçin Xerpetê û cenazeyên zarokên xwe ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Xerpetê digirin û bi derfetên xwe wesayetên cenaze digirin û dibin bajarên lê hatine dine. Cenazeyê Yîgît li navçeya Çêrmûg a Amedê û cenazeyê Ekîncî jî li navçeya Wêranşahir a Rihayê tên definkirin.

Malbatê cenazeyê kurê xwe Yîgît anî Çêrmûgê û xwest li kêleka xalê wî Yûsûf Dalkiliç (Hakî Çermîk) ê HPG’ê yê di sala 2017’an de li bejahiya navçeya Dara Hênî ya Çewlîgê jiyana xwe ji dest da bû û li goristana Taxa Çalecikê hatibû veşartin, defin bike. Lê Qeymeqamê Navçeyê destûr neda ku Yîgît li kêleka xalê xwe bê definkirin. Malbatê li ser vê yekê piştî wacîbeyên olî cenazeyê kurê xwe Yîgît li goristana Taxa Çûkûr spart axê.

Endamên malbatê û rêveberên MEDYA-DER’ê beşdarî merasîma definkirina cenazeyê Yîgît bûn. Cenazeyê Yîgît di dorpêça polîsan de hat definkirin.