Cenazeyê şervanên YPGʹê Dilgeş û Samî hatin veşartin

Cenazeyê şervanên YPG‘ê Dilgeş Îbrahîm û Samî Feyad bi merasîmeke li goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê hatin veşartin.

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Dilgeş Îbrahîm (Berzan Ozgur) di 15‘ê Nîsanê de di Pêngava Xezeba Firatê de û Samî Feyad El-Umer (Ceger Hesekê) di 11‘ê Nîsanê de li gundê Ebû Fas ê başûrê Hesekê jiyana xwe ji dest dan.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên herdu şehîdan ji avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve derketin rê.
Li goristanê merasîm hate li dar xistin. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê Endamê Fermandariya YPG‘ê Zekî Kobanê axivî û daxuyand ku,  YPG/YPJ wê berxwedana xwe ya li dijî komên çete û ji bo parastina gelê herêmê bidomînin. Zekî Kobanê di dawiya axaftina xwe de soza şopandina riya cangoriyan dubare kir.

Di berdewamiya merasîmê de Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan ê Hesekê Selma Qasim axivî û sersaxî ji malbata herdu şehîdan re xwest û wiha got: ʺEm bi şehîdên xwe serbilind in ên ku ji bo azadiya welat canê xwe feda kirine. Şehîdên me li dijî dagirker û dijminan berxwedanake bêhempa nîşan dan.ʺ

Li ser navê malbatan jî Hevjîna Şehîd Feyad, Dilcan Ehmed axivî û got ku ew bi şehadeta hevjînê xwe serbilind e û wiha got: ʺCeger ne bi tenê şehîdê malbatê ye, lê belê ew şehîdê hemû gelên Bakurê Sûriyeyê ye. Ceger û hemû şehîdên me, bi xwîna xwe rojên gelê xwe ronî kirin.ʺ

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên her du şehîdan bi dirûşmeyan spart axê.