Cenazeyê şervanê YPG'ê Mehmûd Hemîdo hate veşartin

Welatiyên Serêkaniyê Cenazeyê şervanê YPGʹê Mehmûd Hemîdo (Mazlûm Cûdî) li goristana Şehîd Rustem Cûdî veşartin.

Şervanê YPGʹê Mehmûd Hemîdo (Mazlûm Cûdî) roja 21ʹê Sibatê li gundê Xinêz ê Reqqayê di pêngava sêyemîn a Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest da. Bi sedan welatiyên ji Serêkaniyê, Dirbêsiyê û Zurgan îro cenazeyê Cûdî li goristana Şehîd Rustem Cûdî bi merasîmekî veşartin.

welatiyan cenazeyê Mazlûm Cûdî ji nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê wergiritin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî derketin rê. 

Merasîm bi rêzgiritina leşkerî ku ji aliyê şervanan YPGʹê ve hate lidarxistin, dest pê kir. Di berdewama merasîmê de li ser navê YPGʹê Agirî Jînda axivî û destpêkê bal kişand ser meha Sibatê û got ku di vê mehê de komploya navdewletî li dijî Rêberê Gelê Kurd pêk hatiye û wiha berdewam kir: ʺEm wekî YPGʹê komployê bi tundî şermezar dikin. Em dibêjin ku tu kes nikare roja me tarî bike û me dûrî îradeya me bixîne. Em careke dî sersaxî ji malbata hevalê me yê Şehîd Mazlûm re dixwazin û em soz didin ku em ê heta dawî şopdarê riya wan bin.ʺ

Di merasîmê de li ser navê Malbata Şehîd Mazlûm Cûdî birayê wî Hesen Hemîdo axivî û got ku ew bi şehadet û tekoşîna birayê xwe serbilind in û soz da ku wê heta dawî şopdarên şehîdan bin. 

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şervanê YPGʹê Mazlûm Cûdî bi dirûşmeyan veşartin.