Cenazeyê şervanê YPG‘ê Hisên hat veşartin
Şêniyên bajarê Girê Spî cenazeyê têkoşer Hisên Cuma El-Îsa li goristana Şehîd Mehmûd Tuma hat veşartin.
Şêniyên bajarê Girê Spî cenazeyê têkoşer Hisên Cuma El-Îsa li goristana Şehîd Mehmûd Tuma hat veşartin.
Bi sedan şêniyên bajarê Girê Spî cenazeyê têkoşer Hisên Cuma El-Îsa ji nexweşxaneya El-Wetenî ya bajêr wergirtin û ber bi goristana Şehîd Mehmûd Tuma bi rê ketin. Li goristanê merasîma oxirkirinê bi merasîmek leşkerî ji aliyê Hêzên Xweparastinê ve hat lidarxistin.
Di merasîmê de, Endam û Rêveberên Saziyên Rêveberiya Xweser ên Kantona Cizîrê, Endamên TEV-DEM′ê, şervanên YPG/YPJ/QSD′ê û Hêzên Asayîşê amade bûn.
Di merasîmê de Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a bajêr Wehîd El-Ebdullah axivî, sersaxî ji malbata têkoşer û hemû malbatên şehîdan re xwest û serkeftin ji şervanên YPG/YPJ/QSD′ê re hêvî kir.
Her wiha Endamê Komîteya Têkîliyên Giştî ya TEV-DEM′ê Umer Elûş jî soz da ku ew ê şopdarên riya cangoriyên azadiyê bin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.
Piştî axaftinan nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê têkoşer li goristanê hat oxirkirin.
destxweş