Cenazeyê şervanê QSD’ê Şêxo hate veşartin

Bi sedan welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyê şervanê QSD′ê Mihemed Şêxo (Mûrad Kobanê) ê ku di operasyona rizgarkirina Tebqayê de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Şehîd Mehmût Tume veşartin.

Karwana oxirkirina cenazeyê şervanê QSD′ê Mihemed Şêxo (Murad Kobanê) ê ku 29′ê Nîsanê di operasyona rizgarkirina bajarê Tebqayê de şehîd bibû, ji Çerxerêya El-Elem ber bi Goristana Şehîd Mehmûd Tumê ve bi rê ketin.

Di merasîma oxirkirinê de nûnerên TEV-DEM′ê, Endamên Saziyên Sivîl û Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a bajêr, amade bûn.

Li goristanê ligel deqeyek rêzgirtinê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdullah axivî, sersaxî ji malbata têkoşer û tevahî gelên herêmê re xwest. Her wiha banga yekîtî û hevgirtina li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ′ê kir.

Hevseroka Rêveberiya Xweser a bajêr Zelîxe Ebdî jî, sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku ew ê di oxira rizgarkirina welat de, têkoşîn û fedekariya xwe bidomînin.

Di dawiyê de, nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşiman ve hate veşartin.