Cenazeyê şehîdê YBŞ’ê Heval Azad bi merasîmekê veşartin

Cenazeyê şervanê YBŞ’ê Heval Azad ê 8’ê Mijdara 2020’ê di encama bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê hate veşartin.

Di 8’ê Mijdara 2020’an de balafirên artêşa Tirk a dagirker gundê Xelef a girêdayî herêma Barê ya Şengalê bombebaran kiribûn. Di encama êrîşê de şervanekî YBŞ’ê û 2 welatî birîndar bibûn. Her sê birîndar piştî êrîşê veguhestibûn nexweşxaneya Mûsilê.

Şervanê YBŞ’ê li nexweşxaneyê şehîd bû. Lê hêzên ewlekariyê yên Iraqê cenaze desteser kiribûn. Piştî gelek hewildanan û nerazîbûna civaka Êzidî, duh cenazeyê şervanê YBŞ’ê Heval Azad radestî rêveberiya Şengalê hate kirin.

Civaka Êzidî îro bi merasimekê şehîdê xwe oxikrin, cenaza bi karewanekî wesayîtan ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê ber bi Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şenglê ve bi rêkirin.

Cenaze bi mersîmeke leşkerî ji aliyê Şervanên YBŞ, YJŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê ve hate pêşwazîkirin.

Di merasima leşkerî de li ser navê hêzên parastinê Zekî Şengalî axivî. Şengalî di serî de sersaxî ji malbata Heval Azad re xwest û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê û got: “Ev êrîş ku pêşngên me dikine hedef ne ji xwe pêk tên , hedefa wan ewe ku me bê îrade bikin û dewleta Tirk bi hevkarên xwe re gelek hewil dane da ku me tine bike.”

Di dewamê de Zekî Şengalî got: “Heval Azad bi fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo civaka Êzidî di hemû aliyan de bê navber kar û xebat da meşandin, dewleta Tirk bi pîlanekê hevalê me hedef kirin. Pêwîste em van êrîş û pîlanan baş şirove bikin.

Piştî axaftinan cenaze bi diruşmên “Şehîd Namirin”, “Bi can bi xwîn em bi tere ne ey Serok” veşartin.

Ji bo Şehîd Heval Azad, wê li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan serdanên sersaxiyê werin qebûlkirin.