Cenazeyê şehîd Merwan bi merasîmekê li Derbendîxanê hate veşartin

Cenazeyê şehîd Ehmed Cemal ê bi nasnav Merwan Derbendîxan, li Rojavayê Kurdistanê şehîd bûbû, piştî ji Rojava ber bi warê lê dayik bûyî hate rêkirin, bi merasîmekê hate veşartin.

Cenazeyê şehîd Ehmed Cemal duh ji Rojava ber bi Silêmaniyê hate şandin. Piştî cenazeyê şehîd gihişt Silêmaniyê ji aliyê gelek kesî ve hate pêşwazîkirin û ber bi cihê lê jê dayîk bûyî ve hate birêkirin.

Ji Silêmanî bi konvoyek ji dehan wesayîtî pêk dihat cenazeyê şehîd ber bi Derbendîxan hate rêkirin.

Cenazeyê şehîd Merwan Derbendîxan bi dirûşmeyan hate pêşwazîkirin. Di merasîmê de nûnerên partî û saziyên civaka sivîl jî di nav de bi sedan kes amade bûn.

Di merasîmê de li ser navê Saziya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê Ebdulwehab Ehmed, li ser navê Tevgera Azadî Tara Husên, li ser navê malbata şehîd jî Erdelan Salih Ehmed û ser navê saziyên tevlî merasîmê bûne nûnerên wan axivîn.

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan li Goristana Kanîsard a Derbendîxanê hate veşartin.