Cenazeyê Sefqan Serêkaniyê hate veşartin

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê, Dirbesiyê û bajaroka Zurganê cenazeyê şervanê YPGʹê Sefqan Serêkaniyê li Goristana Şehîd Ristem Cûdî veşartin.

Bi sedan welatiyên Serêkaniyê, Dirbêsiyê û Zurgan cenazeyê tekoşer Enwer Ehmed (Sefqan Serêkaniytê) ê 1ʹÇileya 2017ʹan de, di encama teqîna mayînekê de ku li gundê Kefer Ebta yê Silûkê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li Goristanê Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê spartin axê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ya leşkerî destpê kir. Piştre Endamê Desteya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Bawend Xilo axivî û wiha got: ʺŞehîdên me ronahiya rêya me û meşeleya serhildana me ne, her kesê ku destkeftên şehîdên me ya li ser xaka Mezopotamya pêk hatine inkar bike, wê hesab ji wan were pirsîn. Em bi dilekî gerim sersaxiyê jimalbata têkoşer Sefqan û gişt gelê Rojava re dixwazin."

Endamê Fermandariya YPGʹê Agirî Jiyan axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî xak Rojava dike û got: ʺArmanca wan ji êrîşan ew e ku pirojeya demorkatîk a Rojava têk bibin. Em wekî gelê Sûriyeyê daxwaziya yekîtiya gelan û jiyana hevbeş dikin, lê ji ber destwerdana derve, rewşa welatê me aloz bû.ʺ

Her wiha di dewama merasîmê de Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantpona Cizîrê Dijwar Ehmed jî axivî û ev tişt anî ziman: ʺEm bi germahî sersaxiyê ji Rêberê Netew Demokratîk Abdullah Ocalan re dixwazin û hêviya sebir û aramiyê ji malbata şehîd re dikin.ʺ

Li ser navê malbata têkoşer Sefqan apê wî Amir Beşo axivî û got: “ Ti hêz nikare xwe li ber ciwanên me yên fedekar rabigire, bi saya fikir û felsefeya Rêber APO nifşên ji bo axa welat dibin fedakar, hatin avakirin."

Piştî axaftinan nasnameya şervanê YPGʹê Sefqan Serêkaniyê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê Serêkaniyê bi diruşmeyan ve veşartin.