Cenazeyê Rojîn Kabaîş li Amedê hate veşartin

Cenazeyê Rojîn Kabaîş a ku di 27’ê Îlonê de winda bûbû û piştî 18 rojan li peravê hatî dîtin, li Amedê hate veşartin.

Cenazeyê Rojîn Kabaîş a 21 salî û xwendekara Beşa Pêşdibistanê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê  di 15’ê Cotmehê de li peravê Gola Wanê yê li gundê  Mola Qasim hatibû dîtin. 

Rojbîn Kabaîş êvara 27'ê Îlonê piştî şîvê ji Wargeha Seyîd Fehîm Arvasî ya li kampusa zanîngehê derketibû û careke din agahî jê nehatibû wergirtin.

Cenazeyê Rojbîn Kabaîş piştî kiryarên Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Wanê anîn Amedê. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  jî li gel malbata Kabaîş çûn Amedê. 

Cenazeyê Rojîn Kabaîşê li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê hate definkirin. 

Hevşaredarên Bajarê Mezin û hevşaredarên navçeyan ên Amedê, endamên Tevgera Jinên Azad, endamên  Partiya Herêmên Demokratîk û bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn. Malbata Kabaîşê  li goristanê sersaxî qebûl kir û piştre jî derbasî Mala Şînê ya Abdûrrahman Enç bû.