Cenazeyê parêzer Erdal Safalî hat veşartin

Parêzer Erdal Safalî ku li gel Dayikên Aştiyê qezayê trafîkê derbas kiribû û bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Safalî, li Geverê hate veşartin.

Dayikên Aştiyê jî di nav de li Colemêrg û navçeyên wê di 22’yê Tebaxê de 23 kes di encama serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Dayikên Aştiyê û endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Erdal Safalî ji bo îfadeyê ji Geverê hatin Colemêrgê. Di dema vegerê de jî qeza kirin. Di qezayê de ji Dayikên Aştiyê Adalet Safalî û Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk jiyana xwe ji dest dan. Parêzer Erdal Safali jî bi giranî birîndar bû.

Parêzer Erdal Safali jî 85 roj bûn li Beşa Lênihêrîna Awarte ya Nexweşxaneya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncuyilê dihat tedawîkirin. Safalî ku duh di saetên serê sibehê de jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Safali, ji nexweşxaneyê hate wergirtin û birin gundê Şahê yê bajarokê Bajêrge yê Gever a Colemêrgê. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî û xwendina duayan, cenazeyê Safali li rex gorên Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk û Adalet Safali hate definkirin. Hevalên Safali yên hiqûqnas cubeyên xwe danîn ser kêla gora wî. 

Hiqûqnas, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP), nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi hezaran welatî tev li merasîma veşartina cenazeyê Safali bûn. 

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Saît Dede di merasîma cenazeyê de axivî û got ku êşeke giran dijîn. Dede, wiha domand: “Erdal, nirxê tevahiya gel bû. Ji bilî sebirkirinê tu tiştek ji destê me nayê. Hêvîdarim xwedê vê bêhiqûqtî û bêedaletiya di vê qezayê de qebûl neke.” 

 Piştre jî Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan axivî û ev tişt anî ziman: “Sedema mirina Erdal, terkexemiyên li dû hev in. Dibe ku erdnîgariya Colemêrgê erdnîgariyeke dûr be. Dibe ku me nekarîbe derdê xwe vebêjin. Banga me ji bo serokkomarî, wezareta tenduristiyê û walîtiyê ye; van rêyan sererast bikin û xwedî li nexweşxaneyan derkevin. Nexweşxane heye lê bijîşk tune ne. Heke bijîşk hebin, techîzat tune ye. Ya ku bûye sedema mirina Erdal, terkexemî ye. Ji ber van terkexemiyan, me karî Erdal 12 saet şûnde bigihînin Wanê.”